Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de rola Jineolojiyê

  • 09:02 24 Tîrmeh 2026
  • Jineolojî
 
Abdullah Ocalan ji 1993’yan şûnde ji bo aştî û çareseriya demokratîk bi her gava avêt re, di esasa hişmendiya azadiya jinê de rêxistinbûn û têkoşîna jinê xurt kir û ji bo vê gavên nû avêt. Ev ji bo banga 27’ê Sibata 2025’an jî derbasdar e. Îdeolojiya rizgariya jinê, felsefeya "Jin Jiyan Azadî" û têgeha jineolojî û teoriya wê, xeta sêyemîn di alî jinan de ava dike. Ev xet li dijî xeta muhafazakar-faşîst, xeta jiyan û azadiyê, têkoşîna hebûnê îfade dike. Ev jî îlankirina ku jiyana nû bi azadiya jinê dikare bê bidestxistinê ye.
 
Akademiya Jîneolojiyê
 
Lêgerîna çarseriyê ya Abdullah Ocalan a dema nû ya der barê aştî û civaka demokratîk de, di salên dawî de aliyekî nû bidest xistiye. Abdullah Ocalan ev pêvajo bi pêşketina paradîgmayî girtiye dest û bi manîsefetoya civaka demokratîk û aştiyê tacîdar kiriye. Manîfestoya Riya Şoreşê ya li Kurdistanê, bi fesixkirina PKK’ê re ketiye demek nû û têkoşîna şoreşê derketiye holê. Ev guherîn bi têkoşîna jina azad bi teşe bûye. Abdullah Ocalan tecrubeyên pêvajoya şoraşa jinê ya di têkoşîna azadiya jinê de û mîrate bi manîfestoya nû tacîdar kir.
 
Bi hevdîtinên Îmraliyê re Abdullah Ocalan di hevdîtinên xwe de lêkolîn û analîzên derbarê jinan de daniye holê, di pêvajoya avakirina civaka demorkatîk de rola afrîner a hebûna jinê dide qezenckirin. Di vê esasê de di hevdîtina 23’yê cotmeha 2024’an de em dibînin ku baweriya bi hêza pêşeng a tevgera jinê daniye holê. Di vê esasê de Abdullah Ocalan bi têkoşîn û keda 52 salî, nirx û tecurbeyên di hişmendiya jineolojiyê de aniye astek nû.
 
Bi manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk re seta têgeha nû ya derket holê hem di alî dîrokî hem di alî sosyolojîk de der barê pirsgirêkên rojane tên jiyîn de nerîneke nû û kûr derxistiye holê. Dibêje ‘pênasekirina sosyolojiyê bi pergala katîlê kastîk û şaristaniya Girê Mirazan ji nû ve bikin’.
 
Rastiya bi Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk derketiye holê, wek zanista jinê ya Jineolojiyê lêpisînkirina kujerên kastîk yê civakê girîng e. Kujerê Kastîk çiye, rastiya dîrokî çawa dikare bê vegotin? Şoreşa Neolîtîk çawa pêk hatiye ? Têkiliya jin û çanda xwedawendiyê di alî zanistî de çawa tê destgirtin? Kuluba neçîrê çiye?
 
Hepskirina jinê divê çawa bê destgirtin, rewşa wê ya rojane divê çawa bê destgirtin. Ev pirs hemû di alî ronîkirina zanista civakî û jinê de, ji aliyê jîneolojiyê ve tê lêkolînkirin.
 
Çanda Jinê ya Çar Ast jî wek îdeolojîk, hebûna jinê pênase dike. Ji bo pêşengiya jinê rast bê fêmkirin û pêşxistin, ji bo avkairina sosyalîzma civaka demokratîk, lêkolînkirina sosyolojiya dîrokî ev girîng e. Xwegîhandina hişmendiya jinê û ji bo li hember rastiya xwe biyanî nebin pênasekirin û lêpirsîn hişmendiya avakirina civaka demokratîk dide qezenckirin. Di alî dîrokî de deşîfrekirina çar astî, îfşakirina îdeolojiya serdest ya mêr e.
 
Sosyolojî û jineolojî ku divê di mayîndebûna civaka demokratîk de rola xwe bilîze, di esasê de wek polîtîk, etîk û estetîk divê bepirsyariya xwe bîne cih û ev berpirsyariyên ku dem lê bar dike ye.
 
Abdullah Ocalan ku dibêje ‘dema bûyer tên analîzkirin esasgirtina sê nokteyan girîng e; dîrokîbûn, civakîbûn û avabûna kastîk. Divê her dem ev pêk bê.’, diyar dike ku kujerê kastîk li ser milê civakê xençerek e û divê bi vî awayî ji nû ve bê pênasekirin. Deşîfrekirina kujerê kastîk yek ji xebata azadiya civakî ya herî girîng e.
 
Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk, bi karekterê xwe yê ku hişmendî û bernameya ji bo derbasbûna serdemeke nû di têkoşîna sosyalîzma demokratîk de destnîşan dike, nexşerêya avakirina hebûna Kurd û sazûmankirina wê ya demokratîk jî eşkere dike. Em dikarin bi pêvajoya aştî û civaka demokratîk hişê Kurd, ramana wê ya diyalektîk û hişmendiya wê ya azadiyê ya bi dest xistî pêk bînin; em dikarin bi pêkanîna prensîba hêviya jinan avakirina azadiya jinan misoger bikin û bingeha civakî ya jineolojiyê birêxistin bikin. Ruhê demê deriyê demokrasî û aştiyê vedike ku civak dê bi bilindbûna nirxa jinan bi dest bixe. Ew ê bibe dema jina azad ku bi ser bikeve.
 
Ev nivîsk ji hejmara 37’emîn a dosyaya mijara ‘Jin û aştî’ ya kovara Jineolojiyê hatiye girtin.