Danişîna rojnamegeran hat dîtin
- 13:44 9 Hezîran 2026
- Hiqûq
STENBOL -Derbarê rojnameger Esra Solîn Dal û Mehmet Aslan de biryara beraetê hate dayîn û li rojnameger Erdogan Alayamut jî bi hinceta “propagandayê rêxistinê kiriye” salek û 3 meh ceza hate birîn.
Derbarê nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal û Mehmet Aslan û rojnameger Erdogan Alayumat de bi hinceta “Endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Danişîna şeşemîn a dozê li Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê hat lidarxistin.
Di danişîna pencemîn de dozgeriyê ji bo nûçeyên rojnamegeran amade kirine wek sûc hesibandin û bi hinceta “endamtiya rêxistinê” xwestibû rojnameger werin cezakirin.
Danişîna 7emîn a dozê li Dadgeha Cezaya Giran a 25emîn a Stenbolê hate lidarxistin. Parêzerên rojnamegeran di danişînê de amade bûn. Her sê rojnameger beşdarî danişînê nebûn.
Endam û rêveberên Komeleya Hiqûqê û Xebatên Medyayê (MLSA) û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) danişînê şopandin.
‘Ji ber faaliyetên rojnamegeriyê doz hatiye vekirin’
Danîş bi parastina parêzeran dest pê kir. Parêzeran diyar kirin ku Esra Solîn Dal û Mehmet Aslan û Erdogan Alayumat rojnamegerî dikin û gotin: “Ji ber nûçeyên tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan çêkirine doz hatiye vekirin. Hin nûçeyên ku di dosyeyê de hene tenê peyva ‘Abdullah Ocalan’ heye. Ji ber faliyetên rojnamegeriyê doz hatiye vekirin, em tehliyeya miwekîlên xwe dixwazin.”
Heyeta dadgehê paşê navber da danişînê û piştre biryara xwe eşkere kir. Dadgehê derbarê Esra Solîn Dal û Mehmet Aslan de biryara beraetê da û li rojnameger Erdogan Alayamût jî salek û 3 meh cezayê hepsê birî. Dadgehê hikûmxwarina ji bo Alayumat taloq kir.







