Emîne Alkiş: Heta aştî neyê welatê me em ê ranewestin
- 09:05 9 Hezîran 2026
- Rojane
ŞIRNEX - Ji Dayikên Aştiyê yên Sîlopiyê Emîne Alkiş da zanîn ku heta aştî neyê welatê wan wê ranewestin û got: “Çima vê bi Kurdan dikin. Heta ku em hebin em ê li ber xwe bidin. Wek dayik çi bikeve ser milê me em ê bikin.”
Meclîsa Dayikên Aştiyê ji roja ava bûye têkoşîna xwe ya ji bo aştiyê didomîne. Dayikên Aştiyê ku bi salane têkoşînek bê navber dimeşînin, di pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de pêşengiyê dikin. Ji Dayika Aştiyê ya Sîlopiyê Emîne Alkiş ku wek gelek jinan bi salane têkoşîna aştiyê dide têkoşîn û jiyana xwe vegot.
‘Neheqiyek mezin hebû’
Emîne Alkiş ya 65 salî da zanîn ku 25 sal e di xebatan de cih digire û hemû berpirsyariya ketiye ser milê wê kiriye. Emîne Alkiş got 19 salî bi berdêlî zewiciye û wiha got: “20 salî jî bûm dayik. Beriya tevli xebatan bibim min zilma dihat kirin didît. Neheqiyek mezin dihat kirin. Min ev qebûl nedikir. Li her derê cîhanê her kesî bi zimanê dayikê xwe îfadedikir lê yê me hat qedexekirin. Em li dijî vê bêdeng neman.”
‘Jiyana me bi têkoşînê derbas bû’
Emîne Alkiş got salên nû tevli xebatan bibû nanê xwe ji malê digirt û diçû xebatan û wiha domand: “Em malbatek welatparêzin. Ez di malbatek wisa de mezin bûm. Me tu car îxanet li gelê xwe nekir.Em bê dayik mezin bûn. Ez bi berdêlî zewicîm. Jiyana me bi têkoşînê derbas bû.”
'14 rojan îşkence li hevjînê min kirin'
Emîne Alkiş diyar kir ku di têkoşîna azadiya Kurd de biraziyê xwe winda kiriye û got: “Du biraziyên min ji ber zilmê çûn Ewropayê. Di 1994’ande zarokê min ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da. Dukanek me ya biçûk hebû. Ji ber şînê me girtibû. Polîsan bi ser mala de girt û got hûn çima dukanê venakin hûn terorîstin. Hevjînê min binçav kirin û 14 rojan îşkence lê kirin. Di roja 16’an de wek mirî avêtin ber deriyê me. “
‘Heta aştî neyê em ê ranewestin’
Emîne Alkiş balkişand ser pêvajoya aştî û civaka demokratîk û wiha dawî lê anî: “Heta aştî neyê welatê me em ê ranewestin.Rêberê me ji bo aştiyê her tişt kir. Lê hîna dewletê tiştek nekiriye. Gelê Kurd her tim di bin zilmê de ye. Wek dayikekê ji bo aştî pêk bê em xebatên xwe dimeşînin. Vê çima bi Kurdan dikin. Emê heta dawî berxwe bidin. Çi ji destê me bê em ê bikin.”







