Heyeta DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
- 18:16 24 Gulan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê piştî hevdîtina li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Girava Îmraliyê vegeriya.
Heyeta Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îmraliyê ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike çû Girava Îmraliyê. Endamên Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol, piştî hevdîtina li gel Ocalan ji Girava Îmraliyê vegeriyan.
Hat ragihandin ku Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê dê paşê daxuyaniyê bide. Heyetê herî dawî di 27’ê Adarê de li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hevdîtin pêk anîbû







