Ji serê salê ve li Sûriyeyê 29 jin hatine kuştin

  • 15:57 24 Gulan 2026
  • Rojane

  

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, ji serê salê ve li Sûriyeyê 29 jin hatine kuştin. Gelek ji wan bi bûyerên tundiya nava malê û tundiya civakî hatine kuştin.
 
Li gorî daneyên ku ji aliyê Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ve hatine weşandin, ji destpêka salê ve herî kêm 29 jin li welat hatine kuştin. Ev hejmar nîşan didin ku şîdata li dijî jinan zêde dibe, nemaze di çarçoveya têkiliyên navmalî û pevçûnên civakî de.
 
Di mehên dawî de, bûyerên li bajarên cuda yên welat nakokiyên malbatî, tundiya navmalî, dizî û tolhildan wekî sedemên komkujiyan tên nîşandan lê hinek doz hê jî çareser nebûne. Hat ragihandin ku di gelek rewşan de, jin li malên xwe yan jî ji hêla kesên nêzî xwe ve hatine kuştin û cenazeyen hinek ji wan li herêmên cuda hatine veşartin an jî bi awayê terikandî hatine dîtin.
 
Li gorî daneyan, herî zêde bûyer li Helebê hatine tomarkirin, piştre jî gundewarên Şamê û Îdlib tên. Bûyerên bi vî rengî li bajarên wekî Hama, Suweyda, Şam, Dêra Zorê, Reqa, Hums û Laziqiyê jî hatine ragihandin.
 
Di raporê de bal tê kişandin ku jin bi piranî li deverên ku tê payîn ewle ne jiyana xwe ji dest didin, ev yek nîşan dide ku mekanîzmayên parastinê qels in û berpirsiyariya wan nebes e.