Derbarê rojnameger Oznûr Deger de lêpirsîneke nû
- 14:35 13 Gulan 2026
- Hiqûq
WAN - Derheqê rojnameger Oznur Deger de bi hinceta parvekirina nûçeyan "propagandaya rêxistinê" kiriye lêpirsîneke nû hat destpêkirin.
Midûra ajansa me JINNEWS'ê Oznûr Deger de lêpirsînek nû hat destpêkirin. Lêpirsîn ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Wanê ve bi hinceta "propagandaya rêxistinê" dike hat destpêkirin.
Lêpirsîna ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve hatî destpêkirin bi hinceta "bêrayetiyê" şandin Serdozgeriya Komarê ya Wanê. Di vê çarçoveyê de rojnameger Oznûr Deger bi parêzerê xwe re li TEM'ê îfade da.
Oznûr Deger di îfadeya xwe de destnîşan kir ku parvekirin di çarçoveya xebatên rojnamegeriyê de hat kirin û got: "Ez 6 sal in li gelek bajarên Tirkiyeyê rojnamegeriyê dikim. Parvekirinên min nûçeyên ku hatine parvekirine. Parvekirinên min ne bi armanca propagandayê bi armanca nûçeyê ye. Parvekirinên min ne sûc e."







