ÎSÎG: Meha Nîsanê herî kêm 189 karkerî jiyana xwe ji dest dan
- 13:09 6 Gulan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên Meclîsa Ewlekariya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG), meha Nîsanê li Tirkiyeyê herî kêm 189 karkerî jiyana xwe ji dest dan. Gelek ji qurbaniyan jin, zarok û penaber bûn.
Meclîsa Ewlekariya Kar û Tenduristiya Karkeran têkildarî meha Nîsanê "Rapora Cînayetên Kar" weşand. Li gorî raporê li tevahiya Tirkiyeyê herî kêm 189 karkerî jiyana xwe ji dest danE.
Hate ragihandin ku ji qurbaniyan 14 jê jin, 5 jê zarok û 3 jî penaber in.
Herî zêde jî li sektora înşaetê û çêkirina rê karkeran jiyana xwe ji dest dane.







