Cenazeyê zarokê 8 salî hat dîtin

  • 09:47 29 Nîsan 2026
  • Rojane
COLEMÊRG - Cenazeyê Welat Taş ê 8 salî ku li gundê Nêrdoşê yê Şemzînanê ketibû ava çem, hat dîtin.
 
Li gundê Nêrdoşê yê ser bi navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê ve zarokê bi navê Welat Taş ê 8 salî ku di 26ê Nîsanê de dema diçû nav sewalan ketibû nava ava çem û winda bûbû. Hat ragihandin ku cenazeyê Welatê 8 salî hat dîtin. Li ser belavbûna agahiyê gundiyan û tîmên lêgerînê dest bi xebatên dîtinê kiribûn û derdorê çem nêzî 20 kîlometreyan lêgerîn kiribûn. Hat zanîn ku tîmên lêgerînê duh nîvê şevê gihîştine cenazeyê Welat û dîtine.
 
Cenaze ji bo kar û barên otopsiyê rakirin nexweşxaneya dewletê ya Şemzînanê.