Ligel gundê wan hat hilweşandin jî xwedî li çand û zimanê xwe derketin
- 09:02 7 Kanûn 2025
- Rojane
ESKÎŞEHÎR - Fedîla Gungurur a li gundê Bîçer dijî diyar kir ku ji Mêrdîn bi hilweşandina gundê wan re koçî vir kirine û got: “Ji ber em Kurd bûn zilm li me dikirin. Em hîna xwedî li zimanê xwe derkevin û zimanê xwe didin jiyîn.”
Di salên 1980-1990’î de li Kurdistanê gelek gund hatin valakirin û bi sedan malbat neça rman koçî metropolên Tirkiyeyê kirin. Ev koçberkirin jÎ parçeyek polîtîka înkarê ya dewletê bû. Malbatên koçî metropolan kirin tevî hemû zor û zehmetiyan çanda xwe parastin û jiyana xwe ji nûve ava kirin.
Malbata ku ji gundê Dimirlî ya Dêrik a Mêrdînê ji ber zextan koçî Wêranşarê kirin, li wir jî ji ber şertên aborî havînan diçûn gundê Bîçer a Sîvrîhîsar a Eskîşehîrê. Piştre li wî gundî bicih bûn û gelek caran bi nîjadperestiyê re hatin rû hev.
Malbat di salên 1980’ê bi hilweşînadina gund re ji gund derdikevin. Li gundê Bîçer a Eskîşehîrê jî bi her cureyê newekheviyê re zextan re asîmîlasyonê re tên rû hev. Lê tevî vê çand û nasnameya xwe zimanê xwe didin jiyîn.
Fedîla Gungurur ku bi 6 zarok, hevjîn û malbata tiyê xwe re koçber dibin tiştên jiyane ji ajansa me re vegot.
‘Îşkence li gundiyan dikirin’
Fedîla Gungurur daxuyakirin ku 25 sal berê hatine gundê Bîçer û got: “Gundê me hat hilweşandin. Em hatin vir û venegeriyan. 6 zaorkên min hebûn. Li gund zext û îşkence li gundiya dikin. Dihatin girtin. Leşker dihatin gund û gund şewitandin. Em çûn Wêranşarê. Piştre ji ber rewşa aborî em hatin vir.”
9 salan bê av û ceyran
Fedîla Gungurur wiha pê de çû: “Em ji Wêranşarê hatin vir. Dema me kar dikir gundiyan hatin astengî derdixistin. Digotin ev Kurd in kar nedin vana. Me zarokên xwe dişandin dukanê tundî lê dikirin û dişandin. Digotin em we naxwazin. Nedihiştin serwîsa dibistanê bê taxa me. Zarokên me bi meşê diçûn dibistanê. Zivistanê pir zehmet bû. Zarokên me peyatî diçûn û dihatin. Rê çênedikirin. 9 salan av û ceyran nedan. Em di kon de dijiyan. Ez sibehan diçûm kar. Ji bo em serê zarokan bişon me bi bîdonan av dianîn. Me cil bi destan dişûştin. Me xwarin çêdikir. 9 salan em bê av û ceyran bûn. Leşker dihatin cem digotin ‘hûn çima li vir in’.”
Gundiyan ambargo dikirin
Fedîla Gungurur di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Gundiyan ambargo dikirin. Digotin ‘hûn Kurd in ji vir biçin.’ Bi salan ev zext hatin meşandin. 25 sale em li virin. Hîna jî em ji hev dur in. Em naçin dukanên wan jî. Em hewcedariyan ji navendê digirin. Leşkeran jî her tim piştgirî dan gundiyan. Ligel evqas zor û zehmetiyan ji ber em Kurd bûn av û ceyran nedidan me. Me av bi bîdonan dianî û bi êzangan germ dikir.”
‘Tevî evqas zilm em zimanê xwe diaxivin’
Fedîla Gungurur destenîşan kir ku ji ber zextên dewletê koç kirine û wiha dawî lê anî: “Me gelek zor ûzehmetî jiyan. Me zilm nedît.Tevî evqas zilm em diçûn karê xwe dihatin. Em bi zimanê xwe diaxivin. Me dest ji çand û zimên xwe berneda. 25 sale em li virin lê hîna jî nêrîna wan ya li dijî me neguherî.Em xwedî li zimanê xwe gotina xwe nasnameya xwe derkevin. Em bi nirxên xwe dijîn. Daxwaza me aştiye. Em naxwazin kes kesên din wek me bijîn. Em dixwazin xwediyê zimanê xwe bin. Me pir zilm dît. Bila mafê me bidin me.”







