Cenazeya Dayika Aştiyê Ayla Temur şandin Colemêrgê
- 19:50 2 Kanûn 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Cenazeyê Dayika Aştiyê Ayla Teymur ku ji bo serdana xizmên xwe çibû Başûr Kurdistanê şandin ji aliyê xizmên wê û gelek kesî ve ji Tiba Edlî ya Silêmaniyê hat girtin û wê bînin Colemêrgê.
Cenazeyê Dayika Aştiyê Ayla Teymur ku di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da, bi beşdariya xizmên wê, azadîxwaz û endamên malbatên şehîdan ji Tiba Edlî ya Silêmaniyê hat girtin û berbi Colemêrgê ve ketin rê.
Endamê Komîteya Malbatê Şehîdan ya Başûrê Kurdistanê Wehab Helebceyî têkildarî Dayika Aştiyê Ayla Teymûr wiha got:“Vê dayikê bi armanca dîtina Başûrê Kurdistanê, piştgiriya pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’, her wisa kar û xebatên di vê çarçoveyê de serdana Başûrê Kurdistanê kiribû.”
Ayla Teymûr yek ji Dayikên Aştiyê ye ku li Bakurê Kurdistanê di nav rêxistinên DEM Partiyê de dixebitî. Beriya hefteyekê serdana Başûrê Kurdistanê kiribû. Roja 1’ê Kanûnê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê ji Tiba Edlî ya Bakûrê Kurdistanê re hate oxirkirin. Cenaze wê li Colemêrgê were veşartin.







