Komxebata Demokrasiyê: Divê mafan nas bikin
- 14:30 2 Mijdar 2025
- Rojane
ENQERE - Partiyên siyasî di komxebateke ku ji aliyê DEM Partiyê û partiyên sosyalîst ve hatibû organîzekirin de axivîn û girîngiya civakîkirina pêvajoyê destnîşan kirin û rexne li nêzîkatiya dûr a partiyên çep girtin. Her wiha hat gotin divê maf bên naskirin.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Tevgera Kedê (EHP), Partiya Kedê (EMEP), Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF), Partiya Karkêrên Tirkiyeyê (TÎP) û Partiya Civaka Azad (TOP) li Enqereyê Komxebata “Em ji bo demokrasî û aştiyê tên ba hev û derfetên têkoşînê diaxivin” ku dê 2 rojan bidome li dar xist. Komxebatê di roja 2an de li Odeya Endezyarên Makîneyê berdewam kir. Hevseroka Giştî ya DBP Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevserokê Giştî yê HDPê Cahît Kirkazak û endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl jî tevlî komxebatê bûn. Komxebatê bi axaftinên nûner û endamên partiyên siyasî dest pê kir.
Di serî de parlamenterê CHPê yê Enqereyê Onur Konuralp axivî û bi lêv kir ku ew di pêvajoyeke dijwar de derbas dibin û got: “Lê di heman demê de çareseriya pirsgirêkên sed salan jî heye. Di vê pêvajoyê de yekîtî û têkoşîna hevpar pir girîng e. Divê em li ser rêbazên ‘Em çawa dikarin bi hevre têbikoşin û piştgiriya hev bikin’ nîqaş bikin. Pêvajoyên aştiyê dijwarin. Lê ya girîng têkoşîna ji bo aştiyê ye. Em hevî dikin ew pêvajo piştî gihişt encamê ji bo me hemûyan wê baş bibe.”
‘Pêvajo bi hilweşandina tabuyan encamê digire’
Piştre jî Cîgirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê yê ji Çapemenî û Propagandayê Berpirsyar, Tayîp Temel axivî. Tayîp Temel anî ziman ku aktorê sereke yê pêvajoyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got: “Birêz Ocalan ji 1993an vir ve dixwazê şer bide rawestandin. 32 sal in dixwaze vî şerî rawestîne. Lê tevî vê yekê çima şer ew qas didome? Pêkhatina aştiyê bi hilweşandina tabuyan dest pê dike. Ji ber wê jî pêşengiya hilweşandina tabuyan jî birêz Ocalan dike. Şoreşgerbûyin û Rêbertiya şoreşgeriyê jî hilweşandina tabuyan e. Ew pêvajo jî hilweşandina tabuyan e. Çend roj berê Tevgera Kurd bi daxuyaniyeke ragihand ku ew hêza xwe ji sînorên Tirkiyeyê vêdikşinin. Ew ne dev ji berdena têkoşînekê ye. Nirxandinên bi vî awayî şaş in. Ew pêvajo îmkanên mezin dide muxalefet û partiyên sosyalist ên Tirkiyeyê. Desthilat hertim dixwaze Tevgera Kurd tasfiye bike. Her tim dixwaze hêzên li dijî xwe tasfiye bike. Ew rastiyeke desthilatdariyê ye. Çima her tim ji bo CHP ji ser masayê rabe û ji komîsyonê derbikeve operasyonan dike. Sedema wê jî ew e ku ew pêvajo civakî nebe. Ji ber ku dema ew pêvajo civakî bibe, dê AKP lawaz bibe. Ji ber wê jî dixwaze CHP ji ser masayê rabe û bejin CHPê pêvajo xira kir. Armanca operasyonên li dijî CHPê jî ew e. Tevgera Kurd û Rêbertiya wê çi dixwaze? Dixwazin zemîna şer bi dawî bibe û hebûna xwe û rêxistinbûyina xwe bi awayekî azad pêk bîne. Dema ew pêk bê, dê demokratîkbûyin mezin bibe. Dê desthilat lewaz bibe. Xwedî derketina vê pêvajoyê, têkoşîna li dijî desthilatdariyê ye. Divê em behtir bi hev re bin.”
‘Divê mafan nas bikin’
Li ser navê EMEPê jî Levent Tuzel axivî û bi lêv kir ku ji bo pêvajo civakî bibe divê mafên neteweyî wekhev bibin û got: “Di serî de divê mafê ziman û mafên neteweyî bên naskirin. Bi naskirina mafên neteweyî re pêvajo dikarê encam bigire. Em bi rêbazên nû dikarin komareke demokratik pêk bînin.”
Li ser navê TOPê jî Juliana Gozen axivî û bi lêvkir ku pêdivî bi rê û rêbazên têkoşîneke nû heye û got: “Em di qirîzeke re derbas dibin. Antonio Gramsci dibêje, ‘Yên berê nikarin berdewam bikin lê ya nû jî nikare pêk bê’ divê em jî xwe ji nû ve ava bikin. Pêdiviya me bi yekitiyê heye. Bi têkoşîneke bi hev re heye.”
Li ser navê SMFê Mahîr Gurzu jî destnîşan kir ku hemû partiyên siyasî tevî polîtikayên xwe yên cuda jî divê mafê çîna karkeran û yekitiya karkeran biparêzin.
Serokê TÎPê Erkan Baş jî ji ber ku kongreya TÎPê hebû nekarî tevlî bibe û ji komxebatê re pêyam şand.
Komxebat dê di rûniştina 2'yan de bi axaftinên partiyên siyasî û sendîkayan bidome.







