Li El-Faşerê 300 jin hatin qetilkirin
- 13:11 2 Mijdar 2025
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîra Karûbarên Civakî ya Sûdanê, Selîma Îshak ragihand ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn di du rojên pêşîn ên ketina nav bajêr de li El-Faşerê 300 jinan qetil kiriye.
Êrîşên li ser sivîlan li bajarê El-Faşer ê li herêma Darfûra Bakur a Sûdanê berdewam dikin. Wezîra Dewletê ya Xizmetguzariya Civakî ya Sûdanê, Selîma Îshak ragihand ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) di du rojên pêşîn ên ketina bajêr de 300 jin qetil kirine. Wezîr Selîma Îshak bûyerên li El-Faşerê wekî "paqijkirina etnîkî ya sîstematîk û sûcek mezin" bi nav kir.
Selîma Îshak derbarê binpêkirinên mafên mirovan ên li El-Faşerê de agahî da. Selîma Îshak got, "RSF di du rojên pêşîn de piştî ketina bajêr 300 jin qetil kir" û axaftina xwe bi van gotinan domand:
"Jinên li El-Faşerê rastî destdirêjiya cinsî, tundûtûjî û îşkenceyê tên. Xelkê bajêr hîn jî rastî îşkence, îstîsmar, tundûtûjî, şerm û biçûkxistinê tên. Tiştê ku li vir diqewime paqijiya etnîkî ya sîstematîk e û sûcek mezin e ku her kes bi bêdengiyê çavên xwe ji wê digire."
Selîma Îshak, destnîşan kir ku kesên ku ji ber êrîşan ji El Faşerê reviyane bajarokê Tavila jî di xetereyê de ne û got, "Ji ber ku rêyên di navbera van herêman de veguheriye rêyên mirinê."
Sivîl tên kuştin
Ji 15’ê Nîsana 2023’an vir ve li Sûdanê di navbera artêş û RSF’ê yên ku ji derve piştgiriya wan tê kirin de şerên dijwar diqewimin. El-Faşerê, bajarê herî mezin ê herêma Darfûrê li rojavayê welêt, piştî şerên dijwar bi piranî ket bin kontrola RSF’ê. Vîdyoyên ku ji hêla RSF’ê ve hatine weşandin kêliyên ku RSF’ê bi zorê sivîlan ji cihên xwe derdixe û bi dehan mirovên bêçek li bajêr komkujî û îşkence kirin, tomar kirin, ku bi deh hezaran kes ji ber şer reviyabûn.







