ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2025'AN

  • 09:00 20 Tîrmeh 2025
  • Rojev
* Malbata Bahar Delîcî ya di Koma Aştî û Civaka Demokratîk de cih girt, diyar kir ku 11 sal şûnde keç axwe di televîzyonê de dîtine. Malbata Bahar Delîcî wiha anî ziman: “Em piştgiriyê didin aştiyê. Bila ev xwîn raweste.” BI DÎMEN 
 
*Dayika Aştiyê Peyruz Kurd da zanîn ku bi şewitandina çekan her tişt hatiye kirin û divê dewlet gavên pêwist bavêje û wiha got: “Cîhanê doza Kurdan bihist." BI DÎMEN
 
* Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê  û parêzera dosyaya komkujiya Pirsûsê Sevda Çelîk Ozbîngol der barê asta dosyayê de axivî û got: “Gumanbar hîna nehatine darizandin. Bi Aştî û Civaka Demokratîk wê edalet jî ava bibe.”
 
*Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Evîn Îder da zanîn ku divê ciwan vê pêvajoyê de pêşengiyê bikin û got: “Pêvajo me dibe konfederalîzma demokratîk. Di vir de rola herî mezin dikeve ser ciwanan.”BI DÎMEN