
Bi pêşengiya jinan li Mîlanoyê Şoreşa Rojava hat nîqaşkirin
- 21:43 19 Tîrmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Berxwedana Şoreşa Rojava ya ku bi pêşengiya jinan pêk hat, li Mîlanoyê hat vegotin. Di çalakiyê de şano, axaftin û muzîk hatin pêşkêşkirin û banga xwedîderketina şoreşê hat kirin.
Bi pêşengiya Komeleya Konfederalîzma Demokratîk û Rete Jin Milano (Tora Piştgiriya Jinan) li bajarê Mîlano yê Îtalyayê bi boneya salvegera Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê çalakî hat lidarxistin. Çalakiya ku bi dehan Kurd û Îtalî beşdar bûn de paşeroj û siberoja Şoreşa Rojava hat nîqaşkirin.
Çalakî bi civîna li ser Şoreşa Rojava dest pê kir. Nûnerên Rete Jin di civînê de axivîn û diyar kirin ku têkoşîna li Rojava li ser navê mirovahiyê tê meşandin û di bingeha xwe de şoreşeke jinan e. Axaftvanan banga kirin ku bi hevgirtina navneteweyî xwedî li şoreşê derkevin.
Di berdewamiya çalakiyê de şanoya "Hevala: Dîroka Jinên Kurd" a ku ji hêla Giulia Angeloni ve hatibû amadekirin hat pêşkêşkirin. Beşdaran eleqeyek mezin nîşanî şanoyê dan û demek dirêj li ser piyan li çepikan xistin.
Çalakî heta derengiya şevê bi muzîkê berdewam kir.