
SOHR:Siwêda karesateke mirovî rû bi rû ye
- 19:50 19 Tîrmeh 2025
- Rojane
NAVEN DANÛÇEYAN- Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku piştî aramiya demkî di encama agirbestê de, vê sibê li aliyê rojavayê bajarê Siwêdayê şerên dijwar ji nû ve dest pê kirin.
SOHR`ê aşkera kir ku nexweşxaneya watanî ya li Siwêdayê, di encama qutbûna kehrebeyê û nemana derman û avê de, bi temamî rawestiye.
SOHR’ê di daxuyaniya ku da de wiha vegot: “ Her wiha xwarinên bingehîn jî tune ne. Şûştina kurçikan jî rawestiya. Nexweşên nexweşiyên giran bê derman hatine hiştin.Karmendên nexweşxaneyê bang li aliyên navneteweyî û xwecih kir ku heke alîkarî neyê pêşkêşkirin wê “karesateke pandemîk a rastteqîn” rû bide û aşkera kirin ku bi sedan cenaze di beşên nexweşxaneyê de kom bûne û êdî dirizin, di encamê de kurmik û bêhnê nexweş li her derê belav dibe.Karmendan, ji bo ku qada tenduristiyê hilneweşe banga destwerdana yekser kir. Her wiha bang li dezgehên çapemeniyê kir ku nûçegihanan bişînin Siwêdayê ji bo ku karesata mirovî ya li wir a ku saet bi saet kûrtir dibe, ragihînin.”
SOHR`ê di heman çarçoveyê de ragihand ku nexweşxaneya Salxed ku avahiya tenduristiyê ya ku beşî dixebite, ji ber nebûna îmdadên tenduristiyê rûbirûyî rawestandinê ye.
LSOHR’ê da zanîn ku ligel wê, hemwextî dorpêçê, li taxên bajêr û gundan av û kehrebe qut e, ard, sotemenî û xwarinê kêm e.
SOHR`ê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyan, ragihand ku xwarina bi hezaran malbatan hindek maye xilas bibe, li asoyan jî nîşaneyên çareseriyê yan jî vekirina korîdorên mirovahiyê nîn in.
Li gorî SOHR`ê, bîlançoya qurbaniya giran bûye û ji beriya 7 rojan ve û heta niha 940 kes hatine kuştin. Metirsî hene ku agirbest bi temamî hilweşe û şer berfirehtir bibe.