Rewşa tenduristiyê ya Hura Nikbextê ku di greva birçîbûnê de ye giran dibe

  • 14:31 4 Gulan 2025
  • Rojane
  
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rewşa tenduristiyê ya girtiya siyasî Hura Nîkbextê ku ev 11 roj in li Girtîgeha Evînê li dijî zêdebûna cezayên darvekirinê yên li Îranê di greva birçîbûnê de ye, her ku diçe girantir dibe.
 
Girtiya siyasî Hura Nîkbext ku di 23’yê Nîsanê de li dijî cezayên darvekirinê dest bi  greva birçîbûnê kirî, 11 roj in bi biryardarî çalakiya xwe didomîne. Her wiha girtiya siyasî da zanîn ku tenduristiya wê nebaşe û di 11 rojên borî de 10 kîlo kêm daye.
 
Mamostaya Zanîngehê piştî di 13’yê Hezîrana 2024’an de ji bo liqa 3 ya Dadgeha Giştî ya Evîn hate vexwendin, hate binçavkirin û ji bo girtîgeha Evînê hate şandin. Di Tebaxa heman salê de liqa 26 ya Dadgeha Şoreşê ya Tehranê bi sûcdariya ‘propagandaya dijî dewletê, heqareta beramberî rêberê olî yê bilind ê Îranê’ bi salek cezayê girtîgehê hate mehkûmkirin. Heman demê de Hura Nîkbext xwedî nexweşiya penceşêrê ya rehmê ye.
 
Li gorî rêxistinên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî, sala borî rejîma Îranê hezar girtiyên Kurd û Îranî bi darvekirin. Her ku diçe ev hejmara darvekirinan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê jî zêde dibe. Li gel van metirsiya darvekirinê hîna li ser Pexşan Ezîzî, Werîşe Muradî û Şerîfe Mihemedî berdewam e.