ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2025'AN

  • 09:00 29 Nîsan 2025
  • Rojev
*Li Amerîkaya Bakur, keda nayê dîtin li dijî mêtingeriya kapîtalîst û baviksalarî serî hildide. Jinên kedkar ên Meksîkayê bi şikandina zincîran dîrokeke nû ya berxwedanê dinivîsin. DOSYA
 
*Endama Têkiliyên Derve ya Kongra Star Ronahî Hesen  diyar kir ku jinên elewî li bajarên peravên Sûriyeyê tên revandin, bang li rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî kir û got, "Îro jinên elewî li bazarên Reqayê tên firotin." DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka HDP'ê Sultan Ozcan li ser girîngiya banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî û got ku jin ne tenê divê bibin piştgir, lê di heman demê de bibin mijarên damezrîner ên rasterast di avakirina aştiyê de û bang li rêxistinên jinan kir ku ji bo civakek demokratîk û aştiyek mayînde berpirsiyariya çalak bigirin ser xwe. 
 
*Jinên tevli “Konferansa Yekitiya Kurdistan û Helwesta Hevpar” bûn diyar kirin ku cara yekem e ku ev yekrêzî derdikeve holê, ev yek jî encama xebat, rêxistinbûyin û tekoşîna jinên Kurd e û gotin:"Çawa ku bi têkoşîn û berxwedana jinên Kurd li Rojava şoreş hat lidarxistin îro dîsa bi ked û destkeftiyên jinan wê ev yekitî bi serkeftinê tacîdar bibe." DÎMEN HEYE