
ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2025'AN
- 09:00 24 Nîsan 2025
- Rojev
*Hevseroka ELDH'ê Barbara Spinelli şert û mercên tecrîdê yên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand û got, "Mafê hêviyê şertê yekem e ji bo ku meriv bikaribe li ser mafê aştiyê biaxive; ew gava yekem a ber bi bidestxistina mafê aştiyê ve ye."
*Endama Odeya Tabîban a Amedê Elîf Turan têkildarî tundiya li ser xebatkarên tenduristiyê her diçe zêde dibe, diyar kir ku ew tundiya li saziyên tenduristiyê ji tundiya di nava civakê de bêpar nabînin û ji bo ev pirsgirêk bi dawî bibe divê pêşî li zimanê tundiyê bê berdan.
DÎMEN HEYE
*Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê Zîlan Gumuş, têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li ser girtiyên nexweş axivî û diyar kir ku bi taybetî li girtîgehên bi ewlekariya bilind mafê jiyanê yê girtiyan binpê dikin û divê demildest girtîgehên bi vî rengî bên girtin. DÎMEN HEYE
*Jinên li Helebê dimîn dan zanîn ji bo ew vegerin Efrînê divê garantiyeke ewlekariya wan hebe û wiha gotin:"Derheqê mirov û xwezayê de kiryar dewam in lewma dema ku hemû komên çeteyan ji bajêr derkevin wê demê em ê vegerin." DÎMEN HEYE