Wê zêdetirî 500 malbatên din jî vegerin Serêkaniyê 2026-11-29 20:46:14   NAVENDA NÛÇEYAN- Di vê hefteyê de karwaneke din a koçberên Serêkaniyê ku ji zêdetirî 500 malbatên li kampên Waşûkanî û Newrozê diman berbi deverên xwe ve dikeve rê.   Komîteya Koçberên Serêkaniyê daxuyand ku ger tu pêşdeçûn an jî şert û mercên awarte çênebin, dê vê hefteyê karwaneke din a koçber bikeve rêya warên xwe.   Komîteyê bi bîr xist ku karwan ji zêdetirî 500 malbatên kampa Waşûkanî ya li Hesekê û kampa Newrozê ya li Dêrikê pêk tê.   Komîteyê anî ziman ku di çarçoveya hevrêziya li gel eleqedarên dosyayê de xebat li ser vegerandina koçberan ber bi warên xwe ve bi rêya karwanên vegerê pêk tê.