ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2026'AN 2026-11-27 09:00:00     *"Heta ku hêza dayikê ya jinan a li ser civakê nehatiye şikandin, otorîteya xwe dispêre hêza hiyerarşî û şênber nehatiye qebûlkirin. Bêyî tundî şikandina çarçoveya ahlaqî ne pêkan bû. Jin û zarok wek hêza kar a giran a çandiniyê dîtin û kontrolkirina mirovan û çavkaniyan ancax bi tundiyê pêkan bûye." NIQAŞÊN JINEOLOJIYÊ   *Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Wanê bertek nîşanê netahliyekirina girtiyên nexweş dan û xwestin di çarçoveya pêvajoya du sale didome de gavên şênber bên avêtin. Dayikan gotin heta pêvajo negihêje armanca xwe wê têbikoşin. DÎMEN HEYE   *Zimanxane ku li Umraniyê dersên Kurdî dide kongreya xwe ya yekemîn di 29’ê Mijdarê de pêk tîne. Endamên komîsyona kongreyê ji bo xurtkirina daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê banga kongreyê kir. DÎMEN HEYE   *Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di çarçoveya Bernameya Bajarên Dostên Jinan de  amadekariyên Plana Çalakiya Wekeheviyê ya Herêmî didomîne û li ser pirsgirêkên jinan yên di veguhestin, îstîhdam, barê lênerîn û ewlehiya cemawerî disekine. Ji Kordînasyona Yekineya Wekheviyê Rojda Kizgin got plansa sê salan li gorî hewcedariyên jinan, bi tevlibûna civaka sivîl û gel amade dikin. DÎMEN HEYE   *Parêzerên Îpek Er, li dijî biryara beratê ya ji sûcê ‘berê wê daye întîxarê’ ya der barê Mûsa Orhan de hatiye dayîn serî li îstînafê dan. Parêzeran diyar kirin ku vegotina tehdîdê ya di nameya Îpek Er de û îfadeyên şahidan di biryarê de nehatiye nirxandin.   *Aktîvîsta TJA’yê Yagmur Yurtsever diyar kir ku ew destûrê nadin ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di zemîna serdestiya mêr de bimeşe û wiha got: “Em dema biryardayîna jiyaneke azad û wekhev derdixin holê. Em dibêjin ‘çavên me li ser we ne’ û raste rast tevli pêvajoyê dibin.” DÎMEN HEYE