Jinên Efgan li dijî tundiyê daxwaza kiryarên berbiçav dikin 2026-11-26 14:14:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Tora Tevgera Jinên Efganistanê girîngiya kiryarên berbiçav û hesabpirsînê li dijî tundiya li dijî jinan destnîşan kir û wê wekî sûcek li dijî rûmeta mirovan û binpêkirinek eşkere ya mafên mirovan bi nav kir.   Tora Tevgera Jinên Efganistanê bi mebesta 25’ê Mijdakrê Roja Navnetewî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, daxuyaniyek weşand.    Torê, destnîşan kir ku têkoşîna li dijî tundiya li dijî jinan gavên berbiçav, girtina berpirsyariyê û hesabpirsînê hewce dike, bêdengî, tawîz an jî dayîna daxuyaniyên sembolîk, vê pirsgirêkê bi dawî nake.   Torê, tundiya li dijî jinan wekî binpêkirineke eşkere ya mafên mirovan û êrîşeke li ser rûmeta mirovan bi nav kir. Torê bal kişand ser pêwîstiya dijberiya her cure tundiyê û diyar kir ku tenê şermezarkirina tundiyê têr nake. Torê ragihand ku têkoşîna li dijî vê diyardeyê, gavên bibandor û hesabpirsîna ji rayedar û saziyên têkildar hewce dike.