Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn 2026-11-26 11:01:52   NAVENDA NÛÇEYAN  - Li bajarên Zurich, Basel, Lozan, Cenevre, St. Gallen, Bern û Bielê yên Swîsreyê jin daketin qadan û li ber tundiyê rabûn.   Bi pêşengiya Platforma Jinan a Swîsreyê li gelek bajaran jin bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê daketin qadan, bal kişandin ser êrişên li dijî mafên jinan û ji bo xurtkirina têkoşîn û piştevaniyê bang kirin.   Zurich: Jinên Kurd, jinên enternasyonalîst û femînîstên Swîsreyî li Bahnhofstrasseyê meşeke bê destûr lidar xistin. Jinên ku bi dirûşmên "Piştevaniya Enternasyonal", "Na ji tundiya li hemberî jinê re" û "Bijî berxwedana jinan" meşiyan, li ber muzîkê bi qasî du saetan çalakiya xwe dewam kirin. Lê belê di dema meşê de dem bi dem polîsan bi gazê êriş birin ser jinan. Li gel astengiya polîsan jî jinan helwesta xwe bi biryardarî dewam kirin û ji bo piştevaniya jinan a navneteweyî bang kirin. Jinên Kurd jî bi reng, al û muzîka xwe bi xurtî tevlî çalakiyê bûn. Meş li Helvetia-Platzê bi dawî bû.   Basel: Rêxistinên jinan bi dirûşma "Tundî nikare hêviya me bişikîne" daxuyaniyek dan çapemeniyê û meşek lidar xistin. Jinên ku li Markplatzê li hev civiyan piştî daxuyaniyeke kurt bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" dest bi meşê kirin. Li xaçerêya Bankvereinê jî ji bo demekê rê li trafîkê girtin. Piştî meşê li Kirschgartenê adxuyaniyek ji çapemeniyê re hate dayin. Jinên Kurd bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Ronahî ya Baselê bi rengê xwe tevlî çalakiyê bûn.   Lozan: Bi beşdariya bi hezaran jinan meşek hate lidarxistin. Meşa ku danê êvarê saet di 18:00 de li Montbenonê destpê kir heta Qada Riponneyê dewam kir. Di meşê de jinan dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" qîriyan û ji bo azadî û piştevaniya jinê peyam dan. Bi navê Meclîsa Jinên Kurd a LAJIN Vaud Esra axivî û ji Xwişkên Mirabel heta bi Leyla Qasim, Sakîne Cansiz, Hevrîn Xelef û Jîna Emînî jinên di têkoşîna wekhevî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî. Di vê çalakiyê de jî dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" bilind bû.   St. Gallen: Rêxistinên jinan li hemberî tundiya li jinê, tundiya dîjîtal, sîstema baviksalariyê, nijadperestî û cihêkariyê çalakî lidar xistin. Rêxistinên Othrrside, Fintatreff, Vulvadrachenkollektiv, Feministischer Streik SG, Pastellkollektiv û Komîna Jinê ya Helbest Koçerîn beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de ji bo Hêzê Parastina Jinê yên li Rojava banga piştevaniyê hate kirin. Jinan bi zimanên cuda dirûşm qîriyan û çalakiya xwe bi tilîliyan bi dawÎ kirin.   Biel: Platforma Jinan a Bielê bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê meşek lidar xist û daxuyaniyek da çapemeniyê.   Cenevre: Jin bi pêşengiya Grev Femînîst li Place de Neuve li hev civiya û pankarta bi nivîsa "Jin, Jiyan, Azadî" vekir. Di çalakiyê de li dijî tundiya li jinê banga têkoşînê hate kirin. Her wiha girîngiya piştevaniya jinan û têkoşîna hevpar hate destnîşankirin.