Li Şengalê xwatirxwestin û şîn 2026-11-26 09:05:13   Semîha Alankuş    ŞENGAL – Ji bo civakekê, aramî carinan tê wateya gihiştina hestiyên hezkiriyên wan û karîbûna xatirxwestina ji wan. Ji bo Êzidiyan îro yek ji astengiyên herî mezin ên li pêşiya ji nû ve avakirina jiyanê, nezanîna aqûbeta windahiyên wan û nikarîbûna xatirxwestina dawî ya ji hezkiriyên wan e.   Bîr, tevahiya serpêhatiyên baş û xirab in ku mirovahiyê di nava dîrokê de ji nifşekî ber bi nifşekî din ve veguhestiye. Ev bîr, carinan jiyana her nifşekî diyar dike, carinan jî civakên ku li hemberî qedera ku rabirdûyê ferz kiriye serî hildidin, teslîmbûnê qebûl nakin. Carinan dereng be jî şiyarbûnek çêdibe û rêça qedera berdewam diguhere. Dîroka fermanan a Şengalê jî wiha ye. Her bihusteke axê çîrokeke cuda, jiyaneke cuda ji mirov re vedibêje. Yên ku me nedîtine, yên ku me dîtine û gelek çîrokên ku li paş mane... Gundê Solaxê yê Şengalê jî yek ji wan cihan e ku şahidiya êşên kûr kiriye û şopên wê yên mezin hîn jî di bîran de zindî ne. Di sala 2014’an de, di dema êrîşên DAÎŞ’ê yên li ser Şengalê de, bi sedan jin, zarok, kal û pîrên ku ji gundê Koçoyê hatibûn dîlgirtin, anîn vî gundî. DAÎŞ’ê li Solaxê 80 jin û 12 zarok, bi giştî 92 kes qetil kirin.   Şêniyên Şengalê, piştî fermanê dema hewl dide tiştên ku jiyane li paş bihêle û jiyana xwe ya nû ji nû ve ava bike, tiştên ku nikare ji bîr bike û xizmên xwe yên ku nikarin bibînin hîn jî li wan digere. Civaka Êzidî li her bihusteke axê li hestiyên hezkiriyên xwe digere; axê ne ji bo çandiniyê, lê ji bo ku bigihîje xizmên xwe yên ku bi komî hatine veşartin dikole. Ji sala 2014’an û vir ve 99 gorên komî hatine tespîtkirin. Dema karûbarên tomarkirinê yên 85 ji wan tên kirin, nêzîkî 700 cenaze ji bo lêkolîna dadwerî hatine wergirtin. Zêdetirî 500 cenaze jî ji bo karûbarên tomarkirinê li bendê ne. Ev pêvajo, di heman demê de ku bîranînên civakê mîna roja pêşîn nû dihêle, astengiyên madî yên ku hikûmeta Iraqê ji bo tespîtkirina nasnameyên cenazeyan danîne pêşiya wan jî li êşên wan zêde dike.     Yên ku wê demê zarok bûn, îro jî wekî ciwan û jinên Êzidî yên ku qedera xwe teslîmî destên kesî nakin, dikevin pey rabirdûya xwe. Ji bo ku bi hezkiriyên xwe re cara dawî xatir bixwazin, li şopa hestiyên ku li her axa tê kolandin derdikevin holê digerin. Besma Aldexî jî yek ji wan navan e ku li pey hestiyên hezkiriyên xwe diçe û derbarê gorên komî de hem xebatên hiqûqî û hem jî yên dîplomatîk dimeşîne.   Li Parka Bîrdariyê ya ku jin û zarok bi komî lê hatine veşartin, li gundê Solaxê, dema em li ser birînên Şengalê diaxivin, di heman demê de bîra wan rojan ji nû ve dijîn.   Dema em daxwaza hevpeyvînê ji Besma Aldexî dikin, me vala naşîne û dibe gundê Solaxê. Dema me bi çîroka gund re rû bi rû dihêle, diyar dike ku ev vegotin ji bo wan zehmetiyan dihewîne, lê ji bo ku tiştên qewimî neyên jibîrkirin, pêdiviyê bi vegotinê dibînin.   Besma Aldexî ku dema behsa gund kir, got ku xaniyên li hemberê cihê abîdeyê zarok, jin û mêrên Êzîdî li vir kom kirine û 80 dayikan jî ji ber li gor zihniyeta DAÎŞ'ê “kêrî firotinê nayên” hatine qetilkirin û li Solaxê wek gorên komî hatine definkirin. Civaka Êzîdî ji bo ku ev cih winda nebe û wek bîrekê bimîne li gund li hemberê heman avahiyan şopên ku fermanê behs dike ve abîde çêkirine.   Em li cihê bîrdariyê bi Besma Aldexî re têkildarî gorên gomî axivî.     ‘DAÎŞ nikare me xilas bike’   Besma Aldexî diyar kir ku di dema fermanê de DAÎŞ li avahiya ku behs tê kirin de gelek Êzîdîyên dîlgirtî di vir de kom kirine û wiha behsa wê demê kir, “Jinên Êzîdî yên ku DAÎŞ'ê xwest wan bifiroşe û xortan hemûyan ji vir birin. Hinekan birin Sûriyeyê û hinekan jî birin Tilahferê û hinekan jî birin cihên din. Êzidiyên ku DAÎŞ'ê digot 'kêrê firotin û kirînê nayên', nêzîkê 80 dayikê li vê derê qetil kirin û binax kirin. Piştî Şengal rizgar bû ‘me got li ser xatirê wan dayikan cihek hebe ku em hersal bên li vê derê bîranînê bikin.’ Em ê hertim bi bîr bînin û DAÎŞ nikare me xilas bike. Ji ber vê yekê em niha li Solaxê li ser gora dayikan e.”   Cenazeyên ku nehatine tespîtkirin   Besma Aldexî diyar dike ku di her gavake ku ew diavêjin de yek ji hezkiriyên wan heye û destnîşan dike ku xatirxwestina ji xizmên ku careke din nedîtine, li cihê herî pîroz ê baweriya wan radiweste. Her çiqas encamên teqez ên lêkolînên ku ew dimeşînin hîn nehatibin zelalkirin jî, agahiyên derbarê gorên komî de wiha vedibêje: “Piştî fermanê vir ve 90 gorên komî hatine dîtin. Ji wan 78 gorên komî hatin vekirin. Ji wan gorên komî 857 cenaze hatin derxistin û wan birin Tipa Edlî ya Bexdayê. Di ser fermanê de 12 sal derbas bû jî bi tenê ji wan cenazeyan 321 kesan radestê malbatên wan hatine kirin. Di 2021’ê de gorek komî hat vekirin û di wir de 104 cenaze hatin derxistin. Di 1’ê Cotmeha 2026’an de jî gorek komî hat vekirin û di wir de jî 25 cenaze hatin derxistin. Gorên dinê hîn nehatine vekirin. Li gor nêrîna min hinek gor hîn nehatine tespîtkirin. Bi taybetî DAÎŞ’ê piştî ku li Tilahferê jin û mêran ji hevdû qut kirin û ji wê demê vir ve ji wan mêran tu agahî nehatiye girtin. Hêviya me ew e ku ew nehatibin kuştin û vegerin malên xwe. Ger hatibin kuştin jî em nizanin gorên wan li ku derê ne. Gelek dîlgirtiyên Êzîdî wê demê birin Sûriyeyê û cihên dinê. Em difikirin ku gorên Êzîdîyan li wan deran jî dibe hebin, lê belê heta niha hîn nehatiye dîtin. Divê ew gorên komî bên dîtin û vekirin.”   ‘Li her derê gorên komî hene’   Aqûbeta bi hezaran kesên ku ji axa xwe ya pîroz hatine qutkirin û tu agahî jê nayên wergirtin, hêviyên malbatan her ku diçe bêtir dixe zehmetiyê. Besma Aldexî, da xuyakirin ku civaka Êzîdî ne bi tenê li Şengalê her wiha li gelek deveran hatine qetilkirin û gorên wan li her derê hene û wiha axivî, “Ya ku me bi xwe jî dît bi taybetî li Sûriyeyê û Tilahferê gelek Êzîdî hatin qetilkirin. Gorên li cihên dinê ji ber nayê zanîn dîtina wan zehmet e. Lê belê li Şengalê ji ber Êzîdîyan bi çavên xwe dîtibûn ew hatine qetilkirin û komî hatine definkirin, welatî ji me re dibêjin.”   ‘Gelek cenaze hîn li Bexdayê ne’   Besma Aldexî, diyar kir ku ji bo gorên komî lêpirsînên ku tên meşandin gelek qels e û wiha pê de çû, “Lijneyek heye. Piştî qanûna di hikûmeta Iraqê de derketiye û madeyek di qanûnê de heye dibêje lijneyekê çêkin, li wan dîlgirtiyên winda bigerin. Gelek kesên winda hatine kuştin. Em bang hem li hikûmeta Iraqê û hem jî dewletên dinê dikin ku dîlgirtî û windayên me bibînin. Lê belê dengê me kêm e, kesek nabihîze. Di ser fermanê de 12 sal derbas bû û em li hestiyên zarok û gelê xwe hîn digerin da ku wan defin bikin. Lê belê em heta niha negihîştine ne gorên wan û ne jî hiqûqa ji bo wan. 857 cenazeyên ku ji gorên komî hatin derxistin, ji wan 321 cenaze hatin tespîtkirin. Lê belê nêzîkî 560 cenazeyên ku li Tipa Edlî ya Bexdayê de ne, hîn nehatine tespîtkirin. DNA’yên wan 560 kesan hîn nehatiye girtin. Em pirî caran diçin Tipa Edlî ya Bexdayê yan jî Saziya Malbatên Şehîdan. Lê belê hikûmet dibêje ku ‘em ne dewleteke ew qas dewlemend in ku testan bikin.’ Ez jî wek jineke Êzîdî dibêjim ku ev ne bi tenê mijara dirav e. Ji ber ku em Êzîdî ne, zêde girîngiyê nadin me. Ger ku girîngî dabûna me dê ew cenazeyan testên wan bikirana û dê radestî me bikirana. Nêzîkî 500 cenaze hene ku malbatên wan li bendê ne ku gorek ji bo xizmên xwe çêbikin. DNA’yên hinekan gelek zehmet bûne. DNA ji 3 dereceyan pêk tên. Dereceya yekemîn jî malbat e. Ger ku dayik, bav, xwişk û bira nebin wê demê ji dereceya duyemîn tê girtin. Dereceya sêyemîn de jî ji ber ji wê malbatê tu kes tuneye test nayê kirin. Ji ber vê yekê tespîtkirina DNA’yan bi vî rengî gelek zehmet dibe. Pir agahiyên min li ser mijarê tunene. Lê bi qasî ku min ji Tipa Edlî fêm kir madeyek gelek kêm û giran heye ku tê Iraqê dikarin bi vê rê testê bikin. Lê belê hikûmet dibêje diravê me nîne ku em wê maddeyê bigirin.”   12 sal in li pey gorên xwe ne   Besma Aldexî, got, “Ev der welatê me ye û mafên me jî heye ku bigihîjin edaletê” û bertek nîşanî hikûmeta Iraqê da ku ji ber lêpirsînek bi encam nameşîne. Besma Aldexî di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku bi salan in ew têkoşîna mafê xwe dikin û hîn mafê xwe negirtine û wiha dom kir, “Ji ber ku em Êzîdî bûn ev tişt hatin serê me. Em ji wê rojê heta niha jî têdikoşin û doza mafê xwe dikin. Ji ber ihmala hikûmetê me hîn jî mafê xwe negirtiye. Pêwîst e bi awayekê din divê nêzîkê me bibûna. Mixabin 12 sal in em hîn nikarin cenazeyên xwe defin bikin.”   ’19 gorên komî hîn nehatine vekirin’   Besma Aldexî destnîşan kir ku 2 gorên komî ewilî di sala 2015’an de piştî Şengal rizgar bû hatin dîtin û got, “Ew gorên komî ne ji aliyê hikûmetê ve hat dîtin û vekirin. Ew gorên komî li gundên Xanesor û Birdî bûn. Bêtir welatiyên Xanesor û Gohbelê ew gorên komî dîtin. Ew bi awayekî fermî nehatin vekirin û piştî ku ew hatin derxistin li Goristana Şerefdînê hatin definkirin. Ev 12 sal in em ji hikûmetê re dibêjin ku werin em bi awayekî fermî van goran vekin. Di îlona îsal de ev gor hatin rakirin û şandin Tipa Edlî. Lê belê em nizanin ku gelo ew ê bi me vegerin an na. Ev hemû ji îhmalê ye. Gelek cenaze li ber avê çûn û sewalan xwar. 19 gorên komî hîn nehatine vekirin. Em dixwazin ku derdora goristanê bi têlan bê girtin û parastin da ku sewal nekevin hundir. Lê belê hikûmet wan goristanan naparêze. Hikûmeta ku di şer de ewlehiya mirovan negirtibe, dê çawa ewlehiya goristanên wan bigire. Ger ku girîngiyê bidana dê ev pêvajo ev qas dirêj nebûya.”   Xatirxwestinên bê dawî     Her wiha li Şengalê di navbera hikûmeta Iraqê de entegrasyona ku hat îmzekirin ve derbasî pêvajoyekê nû bû. Her wiha ji bo ku civak bikaribe ji hezkiriyên xwe re xatir bixwaze û şînê bigire, divê gavên pêwîst di zûtirîn demê de bên avêtin. Besma Aldexî hêviyên xwe yên derbarê pêvajoya entegrasyonê de wiha tîne ziman: “Me gelek caran li Baxdayê serlêdan kirine û gelek caran hatiye redkirin. Beriya entegrasyon bê îmzekirin, em gelek caran çûn cem hikûmeta Iraqê ji bo vekirina goristanan. Gotin ‘hin cihên neqanûnî hene ku em bên vekin.’ Lê piştre bi hêzên YBŞ û YJŞ’ê re entegrasyonê îmze kirin. Êdî hincetên wan neman ku goran venekin.”   Ji bo hikûmetên din bangawazî   Besma Aldexî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bangawaziya min ji hikûmetên dinê ew e ku gelên me yên winda bibînin û vegerînin vê derê û gorên komî yên nehatine vekirin û winda jî alîkariyê bidin. Ez di wê baweriyê de me ku gelek gor û dîlgirtiyên me li aliyê Sûriyeyê jî hene. Jinên ku hatin revandin û dîlgirtin ew birin aliyê Gazze, Tirkiye û welatên dinê. Em ji vir bang dikin ku yên sax bila li me vegerin û yên mirî jî em xwe bigihîjin cenazeyên wan. Heta ku em aqûbeta wan nizanibin em ê nikaribin rehet bijîn.”