‘Ji bo jiyanek azad û wekhev têkoşîna me wê bidome’ 2026-11-25 20:55:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi wesîleya 25’ê Mijdarê jinên daketin qadan li gelek bajarî peyama ‘Ji bo jiyaneke azad û wekhev têkoşîna me didome’ dan.   Di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî li gelek bajarên Kurdistanê meş pêk hatin. Di meşan de wiha hate gotin ‘Em bi hêza ku ji hev digirin têkoşîna xwe xurt dikin.’   Meletî   Platforma Jinan a Demokratîk a Meletiyê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî meş pêk hat. Ji depoya avê ya taxa Paşakoşku heta Kawşaxa Jor a Emeksîz meşiyan û bê navber dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’, ‘qetilkirinên jinan polîtikin’, ‘jin têkoşînê mezin dikin’ hatin berzkirin. Her wiha dovîzên ‘ji girtiyên jin re azadî’, ‘bila dawî li polîtîkayên sala malbatê û nifûsê ya 10 salî’ bê hatin hildan.   Piştî meşê daxuyanî hat dayîn. Metda daxuyaniyê hevseroka DEM Partî ya Meletiyê Nurhayat Şîmşek xwend.   ‘Em ê mafên xwe biparêzin’   Nurhayat Şîmşek da zanîn ku li tu qada jiyanê jin ne di ewlehiyê de ne û got: “Em jin  li hemû qadên jiyanê li dijî pergala serdest ya mêr, têkoşîna xwe wê bidomînin. Bi hêza ku em ji hev digirin em ê mafên xwe û jiyanên xwe biparêzin.”   Jiyanek wekhev û azad   Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel jî axivî û da zanîn ku ew jin dizanin ku tundî ne qedera wan e û wiha got: “Em ji destpêka dîrokê de hene û em ê hebin. Wek welatiyên wekhev û azad em ê bin, nasname û bedena me ya me ye.Em ê nehêlin tu kes li ser me desthilatdariya xwe ava bike. Em dikarin jiyanek azad û demokratîk, wekhev ava bikin. Hêza me heye. Ji ber vê em li qadane. Em hatin ku jiyanê biguhertin.”   Daxuyanî bi  dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ bi dawî bû.   Riha   Li Rihayê jî bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad(TJA) jin li Novada Park a navçeya Halîliye hatin gel hev û bi meşaleyan  û dirûşmeyên ‘bijî berxwedana jinan’, ‘jin jiyan azadî’ meşiyan. Jinan piştî meşê li Qada Topçu daxuyanî dan. Li ser navê girseyê Arjen Ulaba daxuyanî xwend.   ‘Wê têkoşîna me bidome’   Arjen Ulaba da zanîn ku wê bi têkoşîna rêxistinkirî maf û jiyanên xwe biparêzin û got: “Em bi hêza ku ji hev digirin bi piştevanî û têkoşîna rêxistikirî  wê mafên xwe biparêzin.”   Parlamentera DEM Partî ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan da zanîn ku li her derê cîhanê jin ji aliyê zîhniyeta serdest ya mêr ve tên qetilkirin û wiha got: “Em ji mêr û dewleta mêr natirisn.Bila AKP bizanbibe ku em wek tevgera jinê wê têkoşîna xwe bidomînin.”   Daxuyanî bi dirûşme û çepikan bidawî bû.   Êlih   Meclisa Ked û Demokrasiyê ya Jinan a Êlihê bi boneya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li ser Jinan a Navnetweyî ji dortyolê heta Parka Yilmaz Guney meşiya û piştî meşê daxuyanî dan. Di çalakiyê Hevseroka DEM Partiyê ya Êlihê Semra Guneş, Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û ji gelek saziyan jin tev li bûn. Jinan dowîzê ku li ser wan “Hevgirtina jinan dide jiyîn”, “Cînayetên polîtîk in”, “Tundiyê normalîze neke”, “Peymana Stenbolê dide jiyîn” û “Jin Jiyan Azadî” bilin kirin û pankarta “Li malê, li kolanê, li cihê kar em ne di ewlehiyê de ne û em xwe rêxistin bikin têkoşînê mezin bikin” hilgirtin. Her wiha jinan bê navber dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî, azad bike rêbertî”, “Em natirsin, bêdeng namînin û îteat nakin” û “Bijî berxwedan jinan” berz kirin. Metna daxuyaniyê ji hêla Seketera Jinan a Tumbelsenê Amîne Evîn Tuzun ve hate xwendin.   ‘Em ne di ewlehiyê de ne’   Amîne Evîn Tuzun anî ziman ku di nava jiyanê de ewlehiya jinan tune ye û got ku her cureyên tundiyê li ser jinan tê meşandin û wiha axivî: “Ji Xwişkên Mîrabel heta 25ê Mijdarê em jin li dijî tundiya serdestiya mêran a ku berê xwe dide jiyan, beden, ked, nasname û azadiya jinan e. Îro careke din em dibêjin; Tundiya li ser jinan ne bûyereke takekesî ye. Pirsgirêkeke civakî û siyasî ye ku ji newekhevî, xizanî, bêewlehî, cudakarî û bêcezatiyê xwedî dibe. Li malê, li cihê kar, li kolanan û li her qada jiyanê em ne di ewlehiyê de ne. Em bi rêxistinbûnê têkoşîna xwe mezin dikin. Heta ku aqûbeta Gulîstan Doku, Rojîn Kabaîş û Rojwelat Kizmaz bê ronîkirin, kujer û berpirsiyarên wan derkevin holê, li pêşberî edaletê hesab bidin, em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Ji bo ku kesek din kêm nebe, em ê parastina mafê jiyanê yê jinan û lêgerîna xwe ya edaletê mezin bikin. Tundî ne tenê êrîşa fîzîkî ye. Girtina nav malê, tenê li ser milê jinan hiştina barê lênêrînê, girêdayîbûna aborî, zewaca di temenê biçûk de, zexta derûnî, tundiya dîjîtal û şopandina bi israr jî jiyana me dorpêç dike. Vekişîna ji Peymana Stenbolê û hewldanên bêbandorkirina Qanûna Hejmar 6284an mafê jiyanê û mafên destxistî yên jinan dikin hedef.”   Dîlok   Jinên ku bi pêşengiya Platforma Jinên Demokratîk a Dîlokê li navçeya Şahînbeyê hatin cem hev, meş û daxuyaniyek li dar xist. Jinên li Parka Kirkayakê civiyan, bi pankarta bi ronahiyan xemilandî ya “Em li dijî tundiya mêr-dewletê ya ku qesta jiyana me dike di serhildanê de ne!” û bi lêdana erbaneyan heta Parka Balikliyê meşiyan. Di meşê de gelek caran dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.   ‘Li cihê ku jin ne azad bin, kes ne azad e’   Piştî meşê li Parka Balikliyê daxuyanî hat dayîn. Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgûn Uçar ku di daxuyaniyê de axivî, bal kişand ser aqûbeta Gulistan Dokû û Rojîn Kabaîş û got: “Em dipirsin; çi bi Rojîn Kabaîş hat? Îro jin li her derê ji bo mafên xwe li ser piyan in. Hêza me ya herî mezin îradeya me ya cewherî û têkoşîna me ya hevpar e. Li cihê ku jin ne azad bin, kes ne azad e. Em ê ji bo avakirina Civaka Aştî û Demokratîk li şûna meşê bibezin û bi ser bikevin.”   Piştre Sevda Karaca axivî û bal kişand ser hêza rêxistinkirî ya têkoşîna jinan.   Çalakî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.