Li Wanê li dijî Tundiyê meşa azadiyê 2026-11-25 18:39:59   WAN - Di çarçoveya  25’ê Mijdarê de, jin li Wanê hatin cem hev da ku daxwaza jiyaneke bê tundî û azadî bikin.   Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), jin li pêşiya navenda danûstandinê ya "Van AVM"yê kom bûn û amadekariyê dikin ku ber bi Qada Bajêr ve bimeşin. Di vê meşê de "Dayikên Aştiyê", Parlamentera Wanê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulcan Kaçmaz Sayyigit, her wiha nûnerên gelek rêxistinên jinan û gelek jinên din cih digirin.   Di çalakiyê de pankartek  ku li ser: “Bi hêza cewherî û bi vîna azad niha dema jinê ye” jî hat hilgirtin. Beşdar bi berdewamî dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî têkoşîna jinan” berz dikin.   Berdewamiya nûçeyê tê…