Ji bo jiyanek azad û bêtundî ji qadan bang dikin 2026-11-25 18:06:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya 25’ê Mijdarê de jin li Amed, Wan û Dîrokê bi daxwaza jiyaneke azad û bê tundî li qadan e.   Jin li bajarên Kurdistanê yên wek Amed, Wan û Dîlokê  di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî dadikevin qadan. Jin di çalakiyên bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de dengê xwe li dijî tundî, qetilkirin û polîtîkayên bêcezahiştinê bilind dikin. Jin bi dirÛşmeya ‘bi îradeya azad û hêza xweser niha dema jinê ye’ daketin qadan û peyama mezinkirina têkoşînê didin.