Çalakî di roja 9’emîn de ye: Pêvajoyê sabote nekin 2026-11-25 15:20:55   ENQERE - Di roja 9’emîn a çalakiya nobedê ya ku li pêşiya Wezareta Dadê ji bo gihîştina mafê dermankirinê yê girtiyên nexweş hatiye destpêkirin de, Halîme Topuz a ku ji Amedê ji bo girtiyên xwe hatiye, wiha got: “Banga me ji bo Wezareta Dadê ev e; Girtiyên me berdin û vê pêvajoyê sabote nekin.”   Malbatên Girtiyên Nexweş, Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER), DEM Partî, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) çalakiya nobedê ya bêdem ku bi daxwaza berdana girtiyên nexweş û gihîştina mafê tenduristiyê li ber Wezareta Dadê dane destpêkirin, di roja 9'an de didome.    Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan jî tev li nobeda îro bû. Hevserokên MED-TUHADFED'ê Pinar Sakik Tekîk û Kerem Canpolat, parlamenterên DEM Partiyê û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de girsê bênavber dirûşmên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe” berz kir. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê deriyên zindanê bi berxwedanê vekin” hat vekirin.   Di serî de dayika girtî Îhsan Topûz, Halîme Topuz ku li Amedê hatibû tev li çalakiyê bibû, anî ziman ku ew dixwazin dewlet jî gavan biavejê û wiha got: “Em dixwazin girtiyên nexweş demildest bên berdan. Girtiyên me yên nexweş divê di demekê zû de bên berdan. Vê pêvajoyê sabotê dikin û ew yek di me de fikaran çêdike. Gelê Kurd li pişt Serok Ocalan e. Lê divê dewlet jî gavan biavejê.”   Ji malbatên girtiyên nexweş Safiye Doganergîl jî diyar ku ew nobedê dewrî malbatên girtiyên nexweş li Amedê dikin û got ku heta hemû girtiyên nexweş bên berdan dê çalakiya xwe bidomînin.   Hevserokê Giştî yê DEM PartiyêTuncer Bakirhan jî anî ziman ku edalet divê ji hemû kesan re wekhev be û wiha got: “Dema muxalîf tên girtin cûda muamele dikin lê dema kesên tên girtin ji torpîla AKP bin cûda. Wezareta berê ku ji ber gendeliya fonan hat girtin, bi hinceta tenduristiyê hat berdan. Ez bang li ATKê dikim; girtiyên nexweş tevî nexweşiyên giran jî nayên berdan û gelek girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest da. Lê dema AKP be nêliritî be jî tê berdan. Di tu hiqûqe de li dijî girtiyên nexweş ew zilm nayê kirin. Ez bang li desthilatê dikim ku destê xwe zû bigire û dawî li vê sepanê bîne.”   Tuncer Bakirhan bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha pê dê çû: “Heke hûn ji dil bin girtiyên nexweş berdin. Êdî tehemula me tune ye. Em naxwazin girtî di zindanan de jiyana xwe ji dest bidin. Ezmûna jidilbûnê berdana girtiyên nexweş e. Divê girtiyên nexweş bên berdan û li derve tedawiya wan bê kirin. Bi vî awayî baweriya pêvajoyê çêdibe. Aştî bi vî awayî civakî dibe. Em heta dawiyê piştgiriya çalakiya malbatan dikin. ATK ku ji bo torpîlkarên AKP dixebite divê ji bo girtiyên nexweşiya wan giran e jî bixebite. Ez bang li raya gişyî û partiyên siyasî dikim ku piştgiriya çalakiyê bikin. Heta hemû girtiyên nexweş bên berdan em li rex malbatên girtiyên nexweş in.”   Hevseroka MED TUHAD-FEDê Pinar Sakik Tekîk jî destnîşan kir ku heta ew encam bigirin dê têkoşîna xwe bidomînin û ev tişt anîn ziman: “Em ji bo berdana girtiyên nexweş 9 roj in li vir in. Ew pirsgirêk ne tenê ya malbatan e. Ew pirsgirêk a hemû civakê ye. Li dijî girtiyên nexweş jî tundî berdewam dike. Di şexsê Newroz Bozkurt û Evîn Zapsû de girtiyên jin ên nexweş nikarin bigihêjin tenduristiya xwe. Em li ber Wezareta Dadê bang li edaletê dikin. Em di pêvajoyeke re derbas dibin. Lê rewşa girtiyên nexweş wisa be aştî jî nabe. Divê dewlet demildest pêdiviyên aştiyê bi cih bîne.”   Piştî axaftinan girse dest bi çalakiya rûniştinê kir.