MSD: Dûrxistina jinan ji biryardayînê cureyeke tundiyê ye 2026-11-25 12:57:34     NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) diyar kir ku bêparkirina jinan ji beşdariya bibandor a di kar û barên giştî û biryargirtina siyasî de, cureyekî tundiyê ye ku divê têkoşîn li hember wê were kirin.   MSD`ê bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan daxuyaniyek weşand.   Di daxuyaniya xwe de, MSD`ê diyar kir ku divê mafên jinan bi rêya destûrê û qanûnan werin parastin da ku wekhevî were garantîkirin û destkeftiyên wan werin parastin. Her wiha banga pêkanîna edaleta veguhêz û çareserkirina pirsgirêkên jinan kir.   MSD`ê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û dadperwer divê beşdarbûna jinan wek hevparên rastîn di avakirina siberoja welêt û lihevhatina neteweyî de were çespandin.