ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2026'AN 2026-11-25 09:00:00     * Erdhejzedeyên ku tevî 45 meh di ser erdheja 6’ê Sibatê de derbas bûye di kon û konteyniran de dijîn wiha gotin: “Tevî evqas sal derbas bû hîna em di kon de dijîn. Yên mirin xilas bûn, me êşên mezin kişandin.” DÎMEN HEYE    * Ji Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê parêzer Nuray Ozdogan da zanîn ku piştî qanûna çarçoveyî divê di Qanûna  Înfazê de guherîn bê kirin, mafê hêviyê bigihêje ewlehiya qanûnî û TMK bê rakirin û got: “Pêvajoya duyemîn niha dest pê dike. Ji bo aştiyê qanûnên nû pêwist in.”DÎMEN HEYE   * Dayikên tevli daxuyaniya ku TUHAY-DER û Dayikên Aştiyê ji bo balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş dan, bûn wiha gotin: “Di serî de Abdullah Ocalan û girtiyên nexweş, divê hemû girtiyên siyasî bên berdan.” BI DÎMEN    *Malbatên girtiyên nexweş neh roj in li pêşiya Wezareta Dadê dipirsin: “Ma dê kesek vî dengî bibihîze?” Dema malbat li gel hewaya sar nobeda xwe digirin, wezîra berê Fatma Betul Sayan Kaya ku di lêpirsîna fonê de hatibû girtin, bi hinceta ku “tansiyona wê bilind bûye” hate berdan.