Ji TJA'yê ji bo 25'ê Mijdarê xebata hastegê 2026-11-24 12:34:46   NAVENDA NÛÇEYAN - TJA'yê di çarçoveya xebatên 25'ê Mijdarê dê îşev saet di 20.00'an de hasteg bide destpêkirin.   Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya xebatên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî de dê îşev saet di 20.00'an de li ser platforma X'ê hastegê bide destpêkirin. Dê hasteg di çarçoveya kampanyaya ‘Bi Hêza Cewherî û Vîna Azad, Niha Dema Jinan e’ were destpêkirin.