Li Hesekê têkildarî 25’ê Mijdarê komxebatek hate lidarxistin 2026-11-22 15:49:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Komxebatek diyalogê ya li Hesekê hate lidarxistin, bal kişand ser girîngiya hişyarkirina civakê û têkoşîna li dijî ferasteya mêr a ji bo kêmkirina tundiyê li ser jinê.   Di çarçoveya rêzeçalakiyên kampanyaya li dijî tundiya li ser jinan de, Kongra Star bi hevkariya Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk, li Parka Xwendinê ya bajarê Hesekê komxebateke diyalogî ya bi navê “Ji bo bidawikirina tundiyê bibin yek Jin, Jiyan, Azadi” lidarxist.   Di komxebatê de nûnerên rêxistinên jinan, Navenda Jineolojiyê, Yekîtiya Jinên Suryan, partiyên siyasî û kesayetên mafên mirovan beşdar bûn. Armanca komxebatê ew bû ku li ser cureyên tundiya li dijî jinan, rêyên pêşîlêgirtina wê û xurtkirina hişmendiya civakê ya li ser mafên jinan bê nîqaşkirin.   ‘Jin rastî her cure tundiyê tên’   Di beşa ewil a komxebatê de, endama Koordînasyona Kongra Star a li Hesekê Hena Ehmed, der barê mijara bi sernavê “Tundiya li dijî jinan bi rêya adet û kevneşopiyan” de axivî. Hena Ehmed, bal kişand ser rola hinek adet, kevneşopî û têgihiştinên civakî yên şaş ku ji bo rewa nîşandana tundiya li dijî jinan û sînorkirina azadî û mafên wan.   Hena Ehmed, der barê cureyên tundiyê ku jin pê re rûbirû dimînin de axivî û got ku tundiya fizîkî, derûnî, devkî, aborî û civakî, zewaca bi darê zorê, zewaca zarokan, cudakariya di nav malbat, civak, jin û mêr de û astengkirina jinan ji perwerdehiyê, kar û beşdariya di biryardayînê de didome.   ‘Parastina azadî û rûmeta jinê bingeha avakirina civakek bi edalet e’   Di beşa duyem a civînê de, Rêvebera Awqafê ya Hesekê Xelûd Abdo, der barê mijara bi sernavê “Bindestkirina jinan bi navê olê” ku têkiliya di navbera prensîbên olî yên li ser bingeha rehm, dad û rêzgirtina ji mirovan de û pratîk û şiroveyên ku ji bo rewa kirina tundiya li dijî jinan an jî sînorkirina maf û azadiya wan tên bikaranîn de axivî.   Xelûd Abdo, di axaftina xwe de destnîşan kir ku rêzgirtina jinê, rêzgirtina mirov û rûmeta wê ye. Xelûd Abdo, bal kişand ser prensîbên exlaqî û mirovî yên ku cih û mafên jinê piştrast dikin û diyar kir ku têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan ne tenê erkê civakî ye, berpirsiyariyeke olî û exlaqî ye. Xelûd Abdo, tekez kir ku parastina azadî û rûmeta jinê bingeha avakirina civakek bi edalet e.   Her wiha beşdarên komxebatê rola adet û kevneşopiyên ku carna ji bo rewa nîşandana tundiyê li hemberî jinan tên bikaranîn nîqaş kirin û behsa girîngiya guhertina van pratîkên ku li dijî rûmet û mafên jinan in kirin. Beşdaran, tekez kir ku mafên jinan parçeyek ji mafên bingehîn ên mirovan e û ji bo avakirina civakeke dadperwer pêdivî bi beşdariya çalak a jinan di hemû qadên jiyanê de heye.   Banga xurtkirina têkoşînê   Di dawiya komxebata diyalogê de, pêşniyar hatin kirin ku balê bikşînin ser pêdiviya xurtkirina hişyariya civakê ya li ser xeteriya tundiyê li hemberî jinan û xebata hevbeş ji bo parastin û piştgirîkirina wan. Pêşniyarên sereke ya di komxebatê derketin pêş ev in;   *Xurtkirina hişyariya civakê ya li ser xeteriya tundiyê ya li hemberî jinan û cureyên wê.   *Ronîkirina rola adet, kevneşopî û pratîkên ku tundiyê li hemberî jinan rewa nîşan didin û xebata ji bo guherandina wan.   *Teqezkirina vê yekê ku rûmet û mafên jinan parçeyek ji mafên mirovan ên bingehîn û bêveqetandin in.   *Ravekirina bandorên derûnî û civakî yên tundiyê û encamên neyînî yên wê li ser jinan, zarokan û civakê.   *Teqezkirina girîngiya jinê û xurtkirina beşdariya wê di hemû qadên jiyanê de.   *Eşkerekirina rola jinan a di saziyên perwerdehiyê, medyayê û rêxistinên civaka sivîl de.   *Xurtkirina çanda diyalogê, rêzgirtina ji hevûdu û têgihiştina hevûdu.   *Teqezkirina girîngiya piştgirî û xebata hevbeş ji bo piştgirîkirin û parastina jinan li hemberî hemû cureyên tundiyê.