Encamnameya civîna Platforma Yekîtiya Neteweyî hat eşkerekirin 2026-11-21 13:59:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Encamnameya civîna Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd, hat eşkerekirin û wiha hat gotin: "Yekîtî û karê hevbeş ê di navbera hêz û aliyên Kurdistanî de garantiya sereke ya parastina destkeftiyan û gihîştina aştî, azadî û demokrasiyê ye."   Roja 20’ê Mijdarê li Silêmaniyê civîna Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd bi beşdariya nûnerên jinên her çar parçeyên Kurdistanê, kesayetên siyasî, çalakvan û nûnerên rêxistinên jinan, bi armanca gotûbêjkirin û parvekirina nêrînên derbarê pirsgirêkên jinan, geşedanên dawî û rewşa siyasî ya herêmê de ye hate lidarxistin. Her wiha xebata ji bo xurtkirina yekîtiya neteweyî ya jinên Kurd û amadekariyên Sêyemîn Kongreya Neteweyî ya Jinên Kurd mijarên bingehîn bûn.   Civîn piştî nîqaş û nirxandinên têr û tejî duh bi şev bi dawî bû. Encamnameya civînê ji raya giştî re hate parvekirin.   Encamname wiha ye:   “Ji bo raya giştî ya Kurdistan û cîhanê, hemû hêz û aliyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û dezgehên ragihandinê:   Di qonaxeke hestiyar û dîrokî de ku herêm û Kurdistan tê re derbas dibin, bi mebesta bihêzkirina yekîtiya neteweyî, parastina destkeftiyan, rûbirûbûna astengiyan û derbaskirina qeyranan li ser asta hemû beşên Kurdistanê, civîna platforma me li bajarê Silêmaniyê hate lidarxistin. Piştî gotûbêjeke berpirsiyarane û hemû alî, beşdaran tekezî li ser van helwest û pêşniyarên li jêr kirin:   * Em piştgiriyê didin parastina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistana Federal û em ji bo yekîtiya gelê Kurd û vegera li zimanê diyalogê û sindoqên dengdanê wekî tekane rêya çareserkirina pirsgirêk û qeyranên navxweyî kar dikin.   * Em bi tu awayî nabin beşek ji perçekirina Herêma Kurdistanê; belkî em piştgiriyê didin avakirina hikûmeteke yekgirtî ya demokratîk a bingehfireh li ser bingeha hevpariya rastîn û mafê hemwelatîbûnê.   * Em piştgiriyê didin parastin û bihêzkirina sîstema Rêveberiya Xweser a Demokratîk li Rojavayê Kurdistanê wekî platformek ji bo misogerkirina mafên hemû netewe û pêkhateyan.   * Em piştgiriyê didin destpêşxeriyên çareseriya demokratîk û bersivdana daxwazên gelê Kurd li hemû beş û herêman, û em bang li civaka demokratîk û hemû hêz û aliyan dikin ku piştgiriya pêvajoya çareseriyê li Bakurê Kurdistanê bikin.   * Helwesta me derbarê rewşa Rojhilatê Kurdistanê de zelal û neguher e; di nava îsal de li seranserê Îranê zêdetirî 700 kes hatine girtin û darvekirin. Ji ber vê yekê em daxwaz dikin ku platform xwedî helwesteke zelal û lezgîn be ji bo rawestandina wan cezayan û parastina jiyana wan.   * Em tekeziyê li ser girîngiya hevahengî û karê hevbeş ligel partiyên siyasî, kom û rêxistinan dikin ji bo yekxistina hewldanan û nêzîkbûna di nêrînan de.   * Em bi tundî li dijî jinkujî, xweşewitandin û hemû cureyên tundûtûjiyê disekinin, û em bi tu awayî amade nînin mafên jinan bibin qurbaniya qeyranên siyasî; belkî em ji bo pêşxistina pêgeha jinan û berdewamiya serkeftinan di bin dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” de li hemû beş û herêmên Kurdistanê kar dikin.   * Em beşdaran û platforman agahdar dikin ku di pêxema têkoşîn û daxwaza parastina maf û destkeftiyan de, em wekî jinên Kurd piştgiriyê didin pêvajoya entegrasyona demokratîk.   * Di vê civînê de tekezî li ser piştgirî û hevgirtina hemû beşên Kurdistanê ji bo hevdû di hemû qonaxan de hate kirin.   * Serdankirina hemû partî û rêxistinên siyasî û lidarxistina civîneke berfireh di pêxema yekîtiya Kurdî de.   * Amadekarî ji bo lidarxistina festîvala çandî û hunerî li ser asta seranserê Kurdistanê.   * Encamdana zincîreyek çalakiyên mezin û berfireh ji bo parastina destkeftiyên şoreşa jinê.   * Zêdekirina kar û têkoşînê li ser yekîtiya Kurd, bi taybetî ji bo Başûrê Kurdistanê.   * Karkirin ji bo amadekirin û lidarxistina Konferansa Kurd.   * Piştgirîkirina yekgotariyê di warê ragihandinê de di bin dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” de.   * Parastina mafên yasayî û pêkanîna dadperweriyê ji bo jinên Êzidî, bi naskirina tawanan wekî jenosîd, cezakirina tawanbaran, û qerebûkirina rizgarbûyan ji aliyê yasayî, tenduristî û derûnî ve. Di heman demê de, rûbirûbûna tundûtûjiya zayendî û fîzîkî, nehiştina lekeya civakî, û dabînkirina ewlehî û beşdariya siyasî ya çalak a wan li Şingalê.   Di dawiyê de, em dubare dikin ku yekîtî û karê hevbeş ê di navbera hêz û aliyên Kurdistanî de garantiya sereke ya parastina destkeftiyan û gihîştina aştî, azadî û demokrasiyê ye. Em hêvîdarin hemû alî bi hestkirina bi berpirsiyariya dîrokî bi hawara van pêşniyaran ve bên û gavên pratîkî ji bo cîbicîkirina wan bên avêtin.”