Îlham Ehmed banga yekîtiyê li jinên Kurd kir 2026-11-20 15:56:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedar Îlham Ehmed di civîna Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd de rola sereke ya jinan a di derbaskirina krîza li başûrê Kurdistanê de destnîşan kir û bang li rêxistinên jinan ên di nav YNK, PDK, partî û rêxistinên civaka sivîl ên din kir ku diyalogên xwe ji bo dîtina çareseriyan ji bo aloziyên heyî zêde bikin."   Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd îro, li Silêmanî civîneke mezin li dar xist. Nûner, kesayetên siyasî û çalakvanên ji her çar perçeyên Kurdistanê beşdarî civînê bûn. Di civînê de li ser pirsgirêkên jinan, pêşketinên siyasî yên dawî ku li herêmê diqewimin, xurtkirina eniya jinan a neteweyî û amadekariyên ji bo 3'yemîn Kongreya Neteweyî ya Jinên Kurd nîqaş hatin kirin.   Piştî civînê, siyasetmedara Kurd Îlham Ehmed tekez kir ku civîna salane ya komîteya amadekar a Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd li ser rêbazên yekkirina vîzyonan ji bo piştgiriya yekîtiya Kurdan sekiniye. Îlham Ehmed diyar kir ku qonaxa heyî û dijwariyên wê hevgirtina berfireh a Kurdan, pêwîst dike ku bingeha diyalogên jinan li ser pirsgirêkên jinan û pirsa Kurdî pêk tîne.   Îlham Ehmed derbarê sektora perwerdehiyê ya li herêma Rojava de, bal kişand ser dijwarî û astengiyên heyî. Îlham Ehmed rave kir ku ji bo naskirina zimanê Kurdî wekî zimanekî fermî li Sûriyeyê gav hatine avêtin, lê têkoşîna ji bo misogerkirina cihgirtina wê ya di destûrê de, divê berdewam bike.   Îlham Ehmed tekez kir ku perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî xwezayî û neguhêrbar e û divê zimanê Kurdî wekî zimanekî fermî li dibistan û zanîngehan bê naskirin. Îlham Ehmed da zanîn ku ji ber mezinahiya Parêzgeha Hesekê,  mafê wê heye ku zanîngeha xwe hebe û wiha got: “Di nîqaşên berdewam ên li ser vê mijarê de nîşanên erênî û nêzîkbûnên destpêkê hene. Lê pêwîstî bi garantiyên destûrî heye. Li Sûriyeyê gavên girîng hatine avêtin. Di nav de derxistina fermanek di derbarê nasnameya Kurd de, heye. Lê divê ev gav bi destûrî werin garantîkirin.”   Îlham Ehmed ji bo destkeftiyên girîng ên jinan di Rêveberiya Xweser a Rojava de diyar kir ku jin li kêleka mêran di rêveberiya saziyan de di bin pergala hevserokatiyê de beşdar dibin û di meqamên biryardanê de xwedî hebûnek çalak in. Îlham Ehmed li ser xetereyên ku rola jinan di asta neteweyî de li Sûriyeyê tehdît dikin, hişyarî da û pêdivî bi aktîvkirin û pêşxistina gavên ku di vî warî de hatine avêtin, destnîşan kir.   Îlham Ehmed li ser encamên nakokî û dabeşbûnê di nav retorîka pevçûnê ya zêde de li başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê, hişyarî da. Îlham Ehmed banga zêdekirina hewildanan kir da ku aştî, demokrasî û aramiyê misoger bikin, ji bo gelê Kurd bikaribe bi ewlehî li ser axa xwe bijî û nasnameya xwe biparêze. Îlham Ehmed tekez kir ku aloziyên heyî yên li başûrê Kurdistanê rasterast gefê li destkeftiyên heyî yên Kurdan dixwe û pêwîst dike ku pêşî li rêveberiya hevbeş, diyalog û vekirina rêyên danûstandinê bê vekirin. Wê helwesta tund a gelê Kurd a li dijî perçebûn û dabeşbûnê, dubare kir.   Siyasetmedara Kurd Îlham Ehmed rola sereke ya jinan a di derbaskirina krîza li başûrê Kurdistanê de destnîşan kir. Îlham Ehmed  bang li rêxistinên jinan ên di nav Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), partî û rêxistinên civaka sivîl ên din kir ku diyalogên xwe ji bo dîtina çareseriyan ji bo aloziyên heyî zêde bikin. Îlham Ehmed tekez kir ku pêwîst e çanda rêveberiya hevbeş bê xurtkirin, ji bo çareserkirina nakokiyan destpêşxeriyek were girtin û diyar kir ku divê jin di pêvajoya diyalogê de rolek pêşeng û bingehîn bilîzin.