Ji girtiyên Apoyî bang: Bila girtiyên nexweş bên tahliyekirin 2026-11-18 11:32:24   NAVENDA NÛÇEYAN -Girtiyên Apoyî bi peyamekê piştgirî dan çalakiya rûniştinê ya bêdem a li Enqereyê ya ji bo girtiyên nexweş û xwestin, ku di serî de girtiyên nexweş hemû girtî derhal bêne berdan.   Bi navê Girtiyên Apoyî Denîz Kaya têkildarî çalakiya rûniştinê ya bêdem a 17'ê Mijdarê roja Sêşemê li Enqereyê hate destpêkirin, daxuyaniyek hate dayin.   Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku girtiyên nexweş yek ji ezmûnên bingehîn ên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e.   Daxuyanî bi vî rengî ye:   "Di serî de girtiyên nexweş, hemû girtî bila bên berdan. Em weke girtiyên Apoyî ku bi salane ji ber têkoşîna xwe ya azadiya gelê me û nasnameya xwe ya siyasî li zindanan tên ragirtin, îro car din dixwazin bal bikêşin ser yek ji pîvanên herî esas a aştî û çareseriya demokratîk. Li welatekî dema behsa aştiyê tê kirin, hevrêyên me yên li zindanan rû bi rûyê nexweşiyan e, nayên tedawîkirin û mafên wan ên jiyanî tê binpêkirin. Ev nîşan dide ku îdîaya çareseriya demokratîk hîna neveguheriye rastiya şênber a jiyanê. Ji ber ku aştî tenê bi gotinên siyasî na, bi garantîkirina mafê jiyanê, dabînkirina şert û mercên li gorî rûmeta mirov û rakirina astengiyên li pêşiya azadiyan bi wate dibe. Ji vî alî ve mafê jiyanê yê girtiyên nexweş, xwegihandina tedawiyê û azadiya wan, yek ji berpirsyariyên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e.   Em yên ku bi vê berpirsyariyê li Enqereyê ji bo mafê jiyanê yê girtiyên nexweş û azadiya wan çalakiya rûniştinê ya bêdem pêk anîne û yên xwedî li vê çalakiyê derdikevin, silav dikin; em destnîşan dikin ku têkoşîna ji bo girtiyên nexweş ne tenê berpirsyariya malbat û xizmên wan e, berpirsyariya hevpar a hemû beşên civakî yên alîgirên aştî, demokrasî û azadiyê ne. Em bawer dikin ku ev têkoşîn divê bi îradeya hevpar a gelên me û piştevaniya me were mezinkirin.   Di demeke ku pêvajo pêş dikeve de, binpêkirinên mafan ên li zindanan, pêkanînên tecrîdê û dewamkirina şert û mercên ku gefê li jiyana girtiyên nexweş dixwin, ne li gorî ruhê pêvajoyê û îdîaya çareseriya demokratîk e. Guhertina stratejîk a ku Rêbertiya me raber kirî, ne tenê di gotina siyasî de, divê di hemû qadên jiyana civakî de bersiveke şênber bibîne. Rêya vê ew e ku dewlet û desthilatdarî dest ji nêzîkatiya mijûlkirina pêvajoyê berde û ji bo demokratîkbûnê gavên şênber, bi biryar û bi bawer bavêje.   Lê belê îro tiştên li zindanan diqewimin, nîşan dide ku têkildarî vê yekê hîna pirsgirêkeke cidî ya îradeyê heye. Bi sedan girtiyên nexweş, tevî pirsgirêkên tenduristiya giran û nexweşiyên ku gefê li jiyana wan dixwin, li girtîgehan tên ragirtin; xwegihandina wan a tedawiyê bi hincetên cur be cur tê astengkirin, mafên wan ên tehliyeyê bi nêzîkatiyên kêfî û siyasî tên tunekirin. Hevrêyê me Tuncer Saglam bêyî ku mafê xwe yê tedawiyê bi kar bîne, jiyana xwe ji dest da. Ev yek nîşan dide ku ev polîtîka dibe sedemê encamên çiqasî giran. Hevrê Newroz Bozkurt ku li dijî nexweşiya Losemî têdikoşe, li beşa lezgîn a nexweşxaneyê tê ragirtin. Hevrêya me Evîn Zapsu li dijî teşhîsa penceşêrê ya qonaxa 4’an, têdikoşe. Ev yek nîşan didin ku rewşa girtiyên nexweş divê zêdetir neyê taloqkirin.   Mafê jiyanê û tenduristiyê yê mirovan nabe mijara hinceta siyasî, îdarî yan jî ewlekariyê. Mafê herî esas û hiqûqî ye ku girtiyên nexweş bigihijin azadiya xwe û mafê tedawiyê. Bi heman rengî nayê qebûlkirin ku hevrêyên me yên tevî ku înfaza wan temam bûye jî lê azadiya wan bi hincetên cur be cur tê astengkirin, hîn jî li zindanê bên ragirtin. Heta ku tecrîda li zindanan, ferzkirina poşmantiyê û polîtîkayên şkandina îradeyê bi dawî nebin, di aliyê demokratîkbûn û aştiya civakî de behsa pêşketineke rast nayê kirin.   Em weke girtiyên Apoyî bi hemû hevrêyên xwe yên têkoşîna mafê jiyanê û azadiyê dimeşînin re, bi berpirsyariya dîrokî û zanebûna parvekirina nirxên têkoşînê, em ê têkoşîna jiyana azad û bi rûmet li ser esasê îradeyeke hevpar bidomînin.   Girêdayî vê yekê em çalakiya rûniştinê ya bêdem a li pêşiya Wezareta Edaletê ya li Enqereyê hatiye destpêkirin weke îfadeya berpirsiyariyeke rewa û dîrokî ya parastina mafê jiyana girtiyên nexweş û azadiya hemû girtiyan diparêze, dibînin. Em di wê baweriyê de ne ku xwedîlêderketina civakî ya ku wê li dora çalakiyê pêş bikeve, wê hêzê bide berxwedana hevrêyên me yên di zindanan de, dengê malbatan xurttir bide bihîstin û daxwaza wan a azadiyê veguherîne îradeyeke civakî ya hevpar.   Ji vir em bang li gelê xwe û raya giştî ya demokratîk dikin: Werin em xwedî li mafê jiyana girtiyên nexweş derkevin. Em çalakiya li Enqereyê hatiye destpêkirin bi tenê nehêlin; weke jin, ciwan, kedkar, saziyên demokratîk û mafparêz li dora vê çalakiyê kom bibin û bibin yek. Li gel hevrêyên xwe yên di zindanan de li ber xwe didin yekîtiya xwe ya têkoşînê mezin bikin. Ji ber ku tiştên ku li zindanan rû didin bes ne pirsgirêka girtî û malbatan e; berpirsiyariya hevpar a hemû kesan e ku daxwaza edalet, azadî û civaka demokratîk dikin. Bêyî ku em li bendê bin hevrêyek me jiyana xwe ji dest bide, divê em ji bo azadî û mafê tedawiyê yê girtiyên nexweş îradeyeke civakî ya bihêz nîşan bidin.   Banga me li dewlet û desthilatdariyê jî eşkere ye: Berpirsiyariyên ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hewce dikin, zêdetir mijûl nekin. Dest ji nêzîkatiyên ku pêvajoyê di asta gotinan de digire û pêngavên şênber mijûl dike, berdin. Di serî de girtiyên nexweş hemû astengiyên li pêşiya azadiya hemû girtiyan bêyî şert û merc û tavilê ji holê rakin. Girtiyên nexweş bi awayekî bêyî şert û merc tehliye bikin, mafê wan ê tedawiyê misoger bikin; girtiyên ku înfaza xwe temam kirine serbest berdin û dawiyê li sepanên derqanûnî yên li zindanan tên domandin, bînin. Civakîbûna aştiyê û pêşketina çareseriya demokratîk bes bi van pêngavên şênber ên ku werin avêtin pêkan e.   Weke girtiyên Apoyî, em ê li gel hemû hevrêyên xwe yên li zindanan têkoşîna mafê jiyanê û azadiyê dimeşînin li gel hişmendiya ku heman berpirsiyariya dîrokî û nirxên azadiyê parve dikin, em ê têkoşîna azadî û jiyaneke birûmet li dora îradeyeke hevpar bidomînin. Girêdayî vê yekê em di wê baweriyê de ne ku em ê bi awayekî xurttir xwedî li çalakiya ku li Enqereyê hatiye destpêkirin, derkevin û gelê me wê li dora vê çalakiyê bibe yek û xwedî li berxwedana li zindanan derkeve û daxwaza azadiyê veguhere têkoşîneke civakî ya bihêztir.   Em biryardariya xwe ya bicihanîna berpirsiyariyên xwe yên ku ji bo avakirina aştî, demokrasî û jiyanan azad dikevin ser milên me dubare dikin û bi awayekî eşkere îfade dikin ku em ê li hemberî binpêkirina azadî û mafê jiyanê yên hevrêyên xwe bê deng nemînin."