Komelaya Dema Jinan rapora têkildarî zimanê dayikê ya li şaredariyan aşkere kir 2026-11-17 14:27:54   STENBOL - Komeleya Dema Jinan rapora di çarçoveya projeya çavdêriyê ya bi navê “Xwegihandina Jinan a bi Zimanê xwe yê Dayikê bo Xizmetên şaredariyê yên Têkoşîna li Dijî Tundiyê” de, ku bi piştgiriya European Endowment for Democracy (EED) hatiye amedekirin, aşkere kir.    Komelaya Dema Jinan li avahiya Bîlîm Beyoglûyê ku li navçeya Beyoglu ya Stenbolê ye, nasîna encama rapora xwe ya bi navê “Xwegihandina Jinan a bi Zimanê xwe yê Dayikê bo Xizmetên şaredariyê yên Têkoşîna li Dijî Tundiyê” kir. Rapor bi piştgiriya European Endowment for Democracy (EED) hatiye amedekirin.   Encam û bangawaziya hevkariya raporê wiha ye:   “Tundiya li dijî jinan pirsgirêkek e ku bi awayekî bingehîn gefê li jiyana jinan dixwe û rê li ber be dariya wan a di jiyana civakî de digire; ev yek pêdivî bi têko îneke hevpar û bi biryar hem li ser asta civakî û hem jî ya herêmî ye têko înek ku bi rêya plan û polîtîkayên piralî, berfireh û tevgergir tê me andin. Bicîkirina perspektîfa wekheviya zayendî bi awayekî piralîzimanî di nav hemû plan û însiyatîfên aredariyan de, ji bo misogerkirina tevlibûna jinan di hemû warên jiyana bajêr de girîng e. Pê kê kirina pi tgiriyê bi zimanê dayikê, ertê bingehîn ê hêsankirina gihî tina mafan e. Divê ev xizmet ne tenê wekî be ek ji çalakiyên heyî were dîtin, lê divê wekî stûneke sereke ya polîtîkaya şaredariyê were pejirandin. Wekî Komeleya Dema Jinan, em dixwazin amadebûna xwe ji bo avakirina hevkariyeke sazûmanî bi hemû şaredariyan re diyar bikin; ev hevkarî dê derbarê plankirina vê armanca taybet, şopandina nîşanderên têkildar û pêkanîna wê ya li qadê de be.”    Seroka Komelaya Dema Jinan Şukran Demîr diyar kir ku saziya wan Dema Jinan di sala 2020'an de hatiye damezrandin û wiha got: “Em ji bo jinan dixebitin. Lê di serî de ji bo jinên Kurd dixebitin. Ji ber ku jinên Kurd di xwegihandina xizmetan de bi pirsigrêkan re rû bi rû ne. Li Stenbolê bi milyonan Kurd dijîn. Di rêveberiyên xwecihî yên li Stenbolê de derbarê zimanê Kurdî de xebat kêm in. Xebatên şaredariyan kêm in. Li gorî raporê derket holê ku jin dixwazin di nava avahiyên şaredariyê û tevahiya saziyên dewletê de Kurdî biaxivin.”    Rêvebera Komaleya Dema Jinan Derya Aslan ku yek ji amadekara raporê ye derbarê raporê de axivî. Derya Aslan destnîşan kir ku ji bo şopandina xizmetên şaredariyan ev saleke raporê dihat amadekirin û wiha got: “Me jî di amadekarina raporan de dît ku şaredarî di xizmetên zimanê Kurdî de qels in. Komeleya me bi du zimanan xebatên xwe bi rê ve dibe û gelemperî jinên Kurd endamên me ne. Ji bona wê me xwest raporekî amade bikin. Ziman ji bo me gelek girîng e. Îro pêvajoyekî heye û di pêvajoyê de mijarekî girîng jî zimanê Kurdî ye. Bi milyonan jin îro li Stenbolê dijîn. Me xwest ku hîn bibin jinên Kurd dikarin bi zimanê xwe bigihînin xizmetan. Di dawiyê de ev rapor derket holê. Me 17 pirs ji şaredariyan re şand, tenê 29 şaredariyan bersiv da, 11 şaredarî jî bersiv nedan. Girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê 59 navêndê jinan hene. 11 navênda xebatên derbarê zimanê zikmakî de xebatên wan tune ye. 4 şaredarî got ew pirr zimanî xebatan dikin, Kurdî jî tenê 3 şaredariyan heye. Şaredariya Baxcilarê bersivên baş dan û diyar kirin ku kedkarên ku Kurdî dizanin gel me dixebitin. Em dixwazin tevahî şaredarî wisa tevbigerin. Em dixwazin şaredarî xebatên xwe pirr zimanî ragihînin. Me dît ku di şaredariyan de rapor bi pirr zimanî nayên amadekirin. Mijara ziman mijarekî li ser polîtîkayê ye. Saziyên dewletê divê di mijarê de tevbigerin. Em ê ji niha şunde jî li ser zimanê Kurdî xebatên xwe bidomînin.”