Qeyûm tayînî Sozcu TV'yê hate kirin 2026-11-17 10:20:51   STENBOL - Qeyûm li koma Sozcu Medya hate tayînkirin. Hin rêveberên wê jî hatin binçavkirin.   Li koma Sozcu Medyayê qeyûm hate tayînkirin. Hate ragihandin ku biryar têkildarî Sozcu TV û Sozcu.com.tr ye. Polîsan serê sibehê saet di 04:20'î de avêtin ser koma Sozcu Medyayê. Li avahiya televîzyonê lêgerîn hate kirin û hin rêveberên wê hatin binçavkirin. Seroka Desteya Rêveberiyê Funda Tuncer Sidali û Midûrê Giştî yê berê Asim Akgul di nava kesên hatine binçavkirin de ne.