Li Hesekê konferansa Kongra Star 2026-11-16 16:18:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Di konferansa Kongra Star a Hesekê de beşdaran gotin “Gelek polîtîkayên siyasî li ser bajarê Hesekê tên meşandin da ku tevliheviyê derxin. Ev konferans ji bo rewşa heyî bersiveke girîng e.”   Di çarçoveya domandina rêze konferansên rêxistinî yên Kongra Star de, li tevahiya herêmên Cizîrê û Kobanê konferans tên lidarxistin. Îro konferansa Kongra Star a bajarê Hesekê li Xwaringeha Semerqend pêk hat. Cihê konferansê bi wêneyên nemiran, alên Kongra Star û pankartên bi nivîsa ‘Jin Jiyan Azadî ‘, ‘Bi jina azad dê civakek azad û demokratîk bê misogerkirin’ hatin daleqandin. Di konferansê de nûnerên rêxistinên jinan, karmendên saziyên sivîl û leşkerî, endamên Kongra Star, çalakvanên jin, parêzvanên mafên jinan û nûnerên partiyên siyasî amade bûn.   Piştî deqeyek rêzgirtin, Endama Koordînasyona Kongra Star Gulîstan Gulo, di axaftina xwe de destnîşan kir ku konferansa Hesekê di rewşeke cuda de tê lidarxistin. Wê got ku gelek polîtîkayên siyasî li ser bajarê Hesekê tên meşandin da ku tevliheviyê derxin û wiha domand: “Lê jin ji bo ku bajar li ser piyan bimîne û yekîtiya xwe biparêze, li hember van rewşan radiweste. Ev konferans bersiveke girîng e ji bo rewşa heyî.   Gulîstan bi nêzîkbûna 25’ê Mijdarê re bi bîr xist ku ev roj ji bo jinan rojeke bilindkirina asta têkoşînê ye û lidarxistina vê konferansê dikeve xizmeta xurtkirina rêxistinkirina jinan. Wê got ku “Armanca sereke ya konferansê bîranîna hevalên şehîd ên tevahiya tevgera azadiyê û xwedîderketina li ked û têkoşîna wan a dîrokî ye. Îro yekîtiya me û têkoşîna me berdewamiya soza me ya ji bo şehîdan e.”   Piştre nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi her du zimanan, bi Erebî û Kurdî hatin xwendin. Nirxandin bi zimanê erebî ji aliyê rêvebera Kongra Star Medya Elî û bi zimanê Kurdî ji aliyê Aya El-Mejid ve hatin xwendin.   Di nirxandinên hatin xwendin de, girîngiya ji nû ve avakirina pergala jinê ya li Rojava û xurtkirina rola wê ya di avakirina civaka demokratîk de, hatin destnîşankirin. Pêvajoya ji nû ve avakirina pergala jinê ya li Rojava ya di çarçoveya bangewaziya aşitî û civaka demokratîk de û piştî pêşkêşkirina belgeya civaka demokratîk de, tê meşandin. Di vê çarçoveyê de, li herêmê rêze nîqaş, civîn û perwerde hatin lidarxistin da ku tevî şert û mercên zehmet û berdewamiya şer, rêxistina jinan bê pêşxistin. Her wiha ev nirxandin hatin kirin: “Ev têkoşîn di gelek qonaxên dîrokî re derbas bûye û heta gihîştiye tevgerên nûjen ên jinan û têkoşîna jina kurd ji bo mafên xwe yên siyasî, çandî û civakî. Ev rêwîtî bi hewldanên azadiya jinê yên ku di sala 1979’an de dest pê kirin, di salên 1990’î de berdewam bûn û heta Şoreşa Jinê ya Rojava di sala 2011’an de gihîşt qonaxeke nû, pêşketineke berbiçav nîşan da. Di vê şoreşê de jinan di warên leşkerî, siyasî, dîplomatîk, civakî û çandî de bi awayekî berfireh cih girtin. Ev şoreş bû sedema guhertinên girîng di asta jin û civakê de û ezmûna jinê ya li Rojava bû nimûneyeke ku bala herêmî û navneteweyî li ser xwe kişand.”   Piştî xwendina nirxandinan, rapora salane ya Kongra Star a bajarê Hesekê ya ji bo salên 2025 û 2026’an hat xwendin û şirovekirin. Di raporê de rewşa siyasî, rewşa rêxistinî û rewşa jin, rêveberî û koordînasyonê hatin nirxandin.   Di şirovekirina rewşa siyasî de, ji Rêberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Hediya Yûsif bal kişand ser girîngiya rêxistina jinê ya ji bo derbasbûna qonaxa hesas a ku Sûriyê tê re derbas dibe. Hediya Yûsif, di axaftina xwe ya ku tê de li ser pêşketinên rewşa siyasî rawestiya, destnîşan kir ku hebûna berbiçav a jinan û rêxistinkirina wan bingeha sereke ya rûbirûbûna bi astengiyên heyî û avakirina civakeke demokratîk û azad a ku hemû pêkhateyan di nav xwe de dihewîne ye. Hediya di destpêka axaftina xwe de beşdarbûna berfireh a jinan silav kir û ev yek wekî encama têkoşîneke dirêj û fedakariyên mezin ên ku şehîd û hevalan pêşkêş kirine, nirxand. Wê diyar kir ku ji bo xwendina rewşa siyasî pêwîst e mirov ji ezmûna rêxistina jinê dest pê bike, ya ku di nav 15 salên borî de li Rojava hebûna xwe ya bibandor îsbat kiriye. Hediya Yûsif  wiha domand: “Jinê di warên siyasî, rêvebirinê û navendên biryardanê de, her wiha di warên leşkerî û ewlehiyê de roleke pêşeng lîstiye. Ev yek bûye bingeha avakirina pergala hevserokatiyê di Rêveberiya Xweser de.”   Piştî axaftina Hediya Yûsif, sînevîzyona li ser kar û xebatên Kongra Star a bajarê Hesekê ya sala 2025-2026’an hat pêşkêşkirin. Di berdewama konferansê de nîqaş li ser girîngiya avakirina komînan û girîngiya hevgirtina jinan a di vê pêvajoya hesas ku herêm tê de derbas dibe hatin kirin. Di nîqaşan de beşdaran bal kişandin ser girîngiya hebûna pirrengiya olî û çandî ya di vê konferansê de û wekî gavekî serkeftî li hemberî siyasetên tevliheviyê hat binavkirin.   Konferans bi hilbijartina Meclîsa Kongra Star a bajarê Hesekê ku ji 5 kesan pêk tê, bi dawî bû.