Nergiz Muhammedî ji bo nivîskarên girtî banga hevgirtinê kir 2026-11-16 16:12:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nergiz Muhammedî, di peyama ji bo Roja Navnetewî ya Nivîskarên Girtî de, zextên li ser nivîskar, helbestvan, rojnamevan û hunermendên li Îranê rexne kir û daxwaza hevgirtinê kir.   Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê û çalakvana mafên mirovan Nergiz Muhammedî, di peyamekê ku di 15’ê Mijdarê, Roja Navneteweyî ya Nivîskarên Girtî de hatiye weşandin de, bal kişand ser dîroka helwestên rejîmên otokratîk ên li hember azadiya îfade û ramanê. Nergiz Muhammedî tekez kir ku dîroka Îranê tijî mînakên tepeserkirina nivîskar û muxalifan e, ji kuştin û darvekirinê bigre heya girtinê, sûcdariyên çêkirî, qedexeyên dadwerî û gefan dihewîne.   Nergiz Muhammedi di peyama xwe de destnîşan kir ku 5 rojnamevan û helbestvan li Abadanê dîsa têne darizandin û navên wan wekî Aras Galeh-Golab, Mandana Sadeghî, Reza Muhammedi, Kuroş Kerempur û Farzaneh Yahya Abadî ne. Ev pênc rojnamevan û nivîskar di 9’ê Mijdarê de li Daîreya 103’emîn a Dadgeha Cezayê Hejmar 2 ya Abadanê bi sûcên wekî ‘belavkirina nûçeyên derew ên bi mebesta şaşkirina raya giştî û beşdarbûna di civînên neyasayî de hatin darizandin. Ev kesên navborî berê di heman dozê de bi cezayên girtîgehê re rû bi rû mabûn.   Nergiz Muhammedî her wiha bal kişand ser rewşa helbestvan Peyman Farah Avar ku li Girtîgeha Lakan a Reştê tê girtin. Wê diyar kir ku cezayê darvekirinê yê li ser Peyman Farah Avar ji Daîreya Înfazê re hatiye şandin. Cezayê darvekirinê yê Peyman Farah Avar berê ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibû pejirandin û daxwaza wê ya ji bo ji nû ve darizandinê, hatibû redkirin.   Beşek din a peyamê behsa cezayê 5 sal û mehek zîndanîkirinê yê derhênerê Îranî Cafer Penahî û desteserkirina mal û milkên wî, girtina helbestvan û nivîskarê Maşahrlî Elîas Kenavatî Larî û cezayê 4 sal û 8 meh zîndanîkirinê yê du nivîskar û helbestvanên ji Gorganê Ruzbeh Gilasişan û Nîma Saffar kir.   Nergis Mihemedî her wiha binçavkirina du çalakvanên çandî yên Ereb, Mehdî Naserî û Arif Naserî ya li Xuzistanê û dozên dadwerî yên têkildarî çalakiyên çandî û hunerî li wê parêzgehê bi bîr xist. Li gorî Nergiz Muhammedî, ev doz tenê beşek biçûk ji serdegirtina li ser nivîskar û çalakvanên çandî li deverên cûda yên Îranê di hefteyên dawî de, temsîl dikin.   Nergiz Muhammedî, bal kişand ser dijwariya hesabkirina hejmara rastîn a nivîskar û hunermendên ku girtî ne, hatine girtin, an jî bi pêvajoyên yasayî re rû bi rû ne û girîngiya destekkirina her nivîskarekî girtî teqez kir. Wê xelata PEN’ê ji du nivîskarên Îranî yên girtî re, Gulrox Îraî û Elî Asadollahî, wekî mînakek ji bandora piştgirî û eleqeya navneteweyî ya di bilindkirina dengê girtiyan de, nirxand.   Nergiz Muhammedi peyama xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Mirov dikare bi zimanê zilmê bi nivîskar û pênûsê re biaxive, lê raman û îdealên nivîskar her gav rêya xwe dibînin."   Roja Navnetewî ya Nivîskarên Girtî her sal di 15’ê Mijdarê de ji hêla PEN International ve tê pîrozkirin. Armanca vê roja taybet ew e ku balê bikişîne ser rewşa nivîskarên ku ji ber nivîs, raman û çalakiyên xwe rastî girtin, gef an sînordarkirinê tên.