Li Sûriyeyê 31 zarok ji ber teqîna mayînan mirin 2026-11-15 12:51:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku ji destpêka Mijdara îsal ve, ji ber teqîna mayîn û bermahiyên şer li herêmên cuda yên Sûriyeyê 49 kes mirine û di navbera wan de birîndarên ku piraniya wan zarok in hene.   Mayîn, cebilxaneyên neteqiyayî û bermahiyên şer hê jî li gelek herêmên Sûriyeyê jiyana sivîlan dixin xeterê. Ev xeter li zeviyên çandiniyê, gund, mal û dibistanan belav bûne û jiyana niştecihan dike xeterê.   ‘Bermahiyên şer rojane jiyana sivîlan dixin xeterê’   Tevî rawestandina operasyonên leşkerî, bermahiyên şer rojane jiyana sivîlan tehdîd dikin. Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ji destpêka Mijdara îsal ve mirina 10 sivîlên ku di navbera an de 8 zarok û 2 mêr hebûn û birîndarbûna 39 kesên ku di navbera wan de 23 zarok, 2 jin û 14 mêr hebûn belge kir. Hat diyarkirin ku ev kes ji ber teqîna mayînên erdê, cebilxane, top û bombeyên ji şerê berê mane, mirine yan birîndar bûne.   ‘31 ji wan zarok bûn’   Bi vê hejmarê re, hejmara kesên mirî û birîndar gihîştiye 49 kesan, di navbera wan de 31 zarok hene. Ev hejmar mezinahiya xetera bermahiyên şer ji bo zarokan nîşan dide, bi taybetî ji ber ku ev cebilxane di nava deverên niştecihbûyî, zeviyên çandiniyê û cihên gel di jiyana rojane de bi kar tînin de belav bûne.   Teqînên mayîn û bermayiyên şer li gelek parêzgehan   Li gorî çavdêriyê, bûyerên teqînan li parêzgehên Dêrazor, Îdlib, Hema, Humus, Hesekê û Dêrayê qewimîne. Hinek ji van bûyeran dema çêrandina pez û xebata li zeviyên çandiniyê qewimîne, hinek jî ji ber teqîna cebilxane û bombeyan di hundirê mal û dibistanan de. Her wiha hinek kes ji ber bikaranîna darên ku di hundirê wan de cebilxaneyên şer hene, ji bo germkirinê jiyana xwe ji dest dane.   Di nava bûyerên herî girîng de, sê zarok li rojavayê Palmîrayê, li gundewarê Humusê, dema pez diçêrandin, ji ber teqîna mayînek erdê jiyana xwe ji dest dan.   Her wiha, li herêma Meîzîle ya gundewarê Ebû Kemalê, rojhilatê Dêrazorê, du zarokên ji heman malbatekê mirin û du zarokên din jî birîndar bûn. Li gundê Kifir Secne yê li gundewarê başûrê Îdlibê jî ji ber teqîna bombeyeke serçemî ya ji bermahiyên şer mayî di hundirê malekê de, keçeke biçûk mir û dapîra wê birîndar bû.   Xetera bermahiyên şer vegera sivîlan asteng dike   Ev bûyer nîşan didin ku xetera mayîn û cebilxaneyên neteqiyane êdî tenê bi cihên şerê berê ve sînordar nîne, lê belê gihîştiye mal, dibistan, zevî û deverên şivandina pez jî. Ev yek jiyana sivîlan her dem dixe xeterê û vegera wan bo jiyaneke ewle asteng dike.   Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê bang li Netewên Yekbûyî û rêxistinên pispor ên paqijkirina mayîn û bermahiyên şer kir ku xebatên lêgerîn û paqijkirina deverên qirêjkirî bi mayîn û cebilxaneyên neteqiyane zêde bikin.   Her wiha tekez kir ku divê ji deverên niştecihbûyî, dibistan, zeviyên çandiniyê û cihên çêrandina pez bermahiyên şer bên paqijkirin û bernameyên hişyarkirina gel li ser xeterên mayîn û bermahiyên şer bên xurtkirin, parastina sivîlan were misogerkirin.   Mayîn vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin û jiyana zarokan dixin xeterê   Xetera mayîn û bermahiyên şer tenê bi kuştin û birîndarbûna sivîlan sînordar nabe, di heman demê de dibin astengiyeke sereke li pêşiya vegera koçberên Serêkaniyê. Mayîn li zeviyên çandiniyê, malan, dibistanan û deverên niştecihbûnê belav bûne û jiyana sivîlan, bi taybetî zarokan, dixin xeterê. Ev mayîn bûne sedema gelek teqînan û di encamê de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane birîndar bûne. Tevî berdewamiya xebatên lêgerîn û rakirina mayînan li gundewarên Serêkaniyê, hê jî gelek dever hewceyî paqijkirinê ne û ev yek vegera koçberan asteng dike.   Di 12’ê Mijdara vê mehê de, zarokê 12 salî Zahid Mehmûd Mensûr ku ji koçberên Serêkaniyê ye û li gundê El-Êgîbeşê yê gundewarê rojavayê Til Temirê dimîne, ji ber teqîna mayîneke bejahî birîndar bû. Her wiha, hebûna mayînan û wêrankariyê li derdora Dibistana Şehîd Ehmed El-Wecirî ya li gundewarê bakurê Til Temirê, jiyana zêdetirî 200 xwendekaran dixe xeterê. Ev yek jî bûye sedem ku hinek malbat zarokên xwe neşînin dibistanê.