ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2026'AN 2026-11-15 09:00:00   *Sûlava Kurdisê ya li gundê Kurdisê yê navçeya Artûklu ya Mêrdinê bi hatina payîzê re û guherîna rengan, dîmenên rengîn pêşkêş dike. DÎMEN HEYE   *Tundî û qetilkirinên li hember jinan roj bi roj zêde dibin û çapemeniya alîgir ne wek qetilkirina jinan, teşeyê qetilkirina jinan dike çîrok. MEDYA KRÎTÎK   *Endama Meclîsa Partiya DBP’ê Elîf Tîrenç Îpek, diyar kir ku bi dirûşmA ‘Em gotina aştiyê bi gel re ava dikin’ li 112 nokteyî bi gel re hevdîtin kirine û  da zanîn ku di hevdîtinan de polîtîkayên şerê taybet, mafê ziman û nasnameyê , xizanî derketiye pêş. Elîf Tîrenç Îpek got pirsa herî esas a gel ‘wê aştiyeke çawa be?’ derketiye pêş. DÎMEN HEYE