Rêveberiya Tevgerê: Dema atmosfera hiqûqî bê afirandin wê pirsgirêk çareser bibe 2026-11-13 17:38:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Tevgerê têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku di 27’ê Sibata 2025’an de ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin daxuyanî da û ev tişt parve kir: “Îradeya me ya çareseriya siyasî ya demokratîk tam e. Gavên ku me avêtine jî ispata vê yekê ne. Dema ku desthilatdariya AKP’ê atmosfera hiqûqî ya ji bo tevlîbûna li jiyana siyasî demokratîk afirand, wê pirsgirêk piranî çareser bibe.   Rêveberiya Tevgerê têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de daxuyanî da. Rêveberiya Tevgerê da zanîn ku îradeya wan ya çareseriya siyasî ya demokratîk dame û gavên ku hatine jî ispata vê yekê ye û got: “Dema ku desthilatdariya AKP’ê atmosfera hiqûqî ya ji bo tevlîbûna li jiyana siyasî demokratîk afirand, wê pirsgirêk piranî çareser bibe.   Daxuyaniya Rêveberiya Tevgerê wiha ye:   “Piştî Banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibata 2025’an, PKKê kongreya xwe kom kir. Têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê bi dawî kir û xwe fesix kir. 11’ê Tîrmeha 2025’an ji bo nîşandana îradeya bidawîkirina têkoşîna çekdarî, weke sembolik çek hatin şewitandin. 26’ê Cotmeha 2025’an di nava sînorên Tirkiyeyê yên rîska şer lê heye de, gerîla vekişiyan. Piştî qanûn derket, 26’ê Cotmehê hemû gerîla ji Tirkiyeyê hatin derxistin. Hucreyên razayî yên li metropolan jî, hatin Herêmên Parastinê yên Medyayê. Di nava 2 mehên dawî de, zêdeyî 10 şkeftên şer ên nêzî sînorên Tirkiyeyê hatin valakirin. Êdî li sînorên Tirkiyeyê û nuqteyên ku artêşa Tirk li bi cih bûye, yek hêza me ya leşkerî jî nemaye. Rewşa bêşer ne tenê weke biryareke îradî, weke coxrafîk jî pêk hatiye. Ji vî alî ve dewleta Tirk û artêşa wê nikare behsa gefeke leşkerî ya li hemberî xwe bike. Me ev berê jî bi Tirkiye û raya giştî ya cîhanê re ragihand.   Li ti devera cîhanê ya ku bi dehan sal in şer lê diqewime, tevgereke mîna me bi lez gavên bi bandor avêtine nîne. Lewma gavên ku me avêtine, li raya giştî ya hundir û derve matmayîbûn çêkiriye. Ji ber ku ti hêz û ti kes ne li bendê bû ku gavên wiha stratejîk di demek kurt de bên avêtin.   Ev rastî ji bo çareseriya demokratîk biryardariya Rêber Apo û ya me nîşan dide. Ev biryardariya me dibe îfadeya guhertina stratejîya têkoşînê. Li pêşberî gavên me, desthilatdariya AKPê gavên şênber neavêtine û di raya giştî ya cîhanê û Tirkiyeyê de têkildarî armancên AKPê nakokî çêkiriye. Wisa ku, têkildarî mijarên ku di rapora komîsyona meclîsê de hatine diyarkirin û qanûnan naxwazin, gavên demokratîk nehatine avêtin û vê yekê fikarên wiha zêde kiriye.   Di nava raya giştî de, li hemberî gav neavêtina desthilatdariya AKPê, nîqaşên “Gelo pêvajo xitimiye an jî hatiye cemidandin?” tên kirin. Gelê Kurd û raya giştî ya demokratîk a li Tirkiyeyê, di her derfetê de bang li hikûmetê kiriye ku ji bo demokratîkbûnê û çareserkirina pirsgirêka Kurd gavan biavêje.   Weke Tevgera Azadiya Kurd, di pêvajoyekê de ku tevî me gavên pir wêrek û radîkal avêtine jî desthilatdariya AKPê tu gav neavêtiye, hin derdor sedema pêşveneçûna pêvajoyê bi rêveberiya tevgerê ve girê didin. Ev yek rastiyan berevajî nîşan dane. Ti fikarên rêveberiya me, ne ji bo xwe û ne jî ji bo pozîsyona me ya têkoşînê ya siberojê tune ye. Tenê fikarên me ew e ku Tirkiye demokratîk bibe û pirsgirêka Kurd bêyî ku dereng bimîne çareser bibe.   Îradeya me ya ji bo çareseriya siyasî ya demokratîk tam e   Me di her derfetê de anî ziman ku pêşveçûna pêvajoya aştî û civaka demokratîk tenê bi azadiya Rêber Apo dikare pêk were. Me gotiye û em dibêjin ku divê pêşî Rêberê me bigihîje şert û mercên ku bikaribe bi azad bijî û bixebite û ji bo vê yekê jî divê komîteya aştiyê û siyasîbûnê dest bi xebatê bike.   Ji bo tevlîbûna li jiyana siyasî ya demokratîk a li Tirkiyeyê me îradeya xwe bi rengekî eşkere danîn holê. Dema ku sîstema hiqûqî ya ku rê dide vê yekê bê a firandin, wê vegera li Tirkiyeyê pêk were. Lewma bilezbûna pêvajoyê bi temamî bi gavên bi vî rengî ve girêdayî ye. Îradeya me ya çareseriya siyasî ya demokratîk tam e. Em ji pêvajoya aştî û civaka demokratîk bawer dikin û bi vî rengî dimeşînin. Gavên ku me avêtine jî ispata vê yekê ne. Dema ku desthilatdariya AKPê atmosfera hiqûqî ya ji bo tevlîbûna li jiyana siyasî demokratîk afirand, wê pirsgirêk di asteke mezin de çareser bibe. Em bi temamî tevlî wê nêrînê dibin ku tenê bi bêçekbûnê pirsgirêk çareser nabe, ji bo jiholêrakirina sedemên ku pirsgirêka Kurd afirandine gavên demokratîkbûnê bêne avêtin. Ji ber ku bi demokratîkbûna Tirkiyeyê di serî de pirsgirêka Kurd û pirsgirêka Elewî wê hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bibin. Bi vî rengî bi çareserkirina pirsgirêkên siyasî, aborî û civakî re Tirkiye wê temamiya potansiyela xwe bide pêşvebirina civakî.   Tirkiyekeke bi vî rengî demokratîk ne tenê ji bo gelên Rojhilata Navîn wê bala tevahiya cîhanê bikişîne.”