Ji Platforma 25’ê Mijdarê banga rêxistinbûnê 2026-11-13 14:40:48   ENQERE - Platforma 25’ê Mijdarê, bi boneya Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya Ser Jinê jin banga têkoşîna hevpar kir.   Platforma 25’ê Mijdarê, têkildarî Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya Ser Jinê li kolana Selanîk a li Kizilayê daxuyaniyek da. Di daxuyaniya ku tê de banga têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê hat kirin de, metna daxuyaniyê ji aliyê Berdevka Partiya Sosyalîst a Tirkiyeyê (TSP) û endama platformê Merve Vargeloglu ve hat xwendin.   Merve Vargeloglu ev tişt got: "Em li her derê ku lê nefesê distînin dorpêçkirinê, bêdengkirina bi gefên girtinê û serî tewandina ji bo tundiya mêr-dewletê red dikin. Em dizanin ku ev dorpêça tundiyê, li hemberî têkoşîna rêxistinî ya jinan û LGBTI+'iyan nikare li ser piyan bimîne."