Şopên fermana 74’an hîn hene: Aqûbeta 2 hezar kesan nayê zanîn 2026-11-12 09:05:19   Rojda Aydin-Aysel Işik   ŞENGAL - Di salvegera 12’yemîn a rizgarkirina Şengalê de Riham Hico, da zanîn ku di aliyê jinan de di nav 11 salan de guhertinên gelek mezin û girîng pêk hatiye û got: "Guhertinek esasî ew bû ku di nava 11 salan de ji dostên xwe re û ji dijminên xwe re jî da îspatkirin ku êzîdiyên beriya 2014’an û piştî 2014’an ne heman êzîdî ne."   Piştî qirkirina ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de ji aliyê DAÎŞ'ê ve li dijî civaka Êzîdî hat pêkanîn bûyereke ku êzîdî jê re dibêjin “Fermana 74’an”, berxwedana ku li Şengalê derket holê, bi rizgarkirina bajêr di 13’yê Mijdara 2015’an de gihîşt merheleyeke girîng. Lêbelê, tevî ku 11 sal di ser rizgarkirinê re derbas bû jî hîn şopên fermanê li Şengalê hene. Piştî êrîşên ku tê de bi hezaran kes hatin qetilkirin, jin û zarok hatin revandin, lêgerîna civaka êzîdî ya ji bo kesên xwe yên winda û têkoşîna wan a ji bo bidestxistina edaletê berdewam dike.   Li gorî daneyên Ofîsa Rizgarkirina Êzîdiyên Revandî, di êrîşên sala 2014’an de 6 hezar û 417 Êzîdî hatin revandin û heta niha 3 hezar û 595 kes hatine rizgarkirin. Di nav kesên hatine rizgarkirin de hezar 213 jin, 339 mêr û nêzîkî 2 hezar zarok hene.     Aqûbeta 2 hezar kesan nayê zanîn   Li gor daneyên ji saziyên cûda 90 gorên komî hatine tespîtkirin ku ji wan 78 gorên komî heta niha hatine vekirin. Tê ragihandin ku nêzîkî 857 cenaze ji goran hatine derxistin û nasnameya derdora 300 ji wan hatine tespîtkirin û radestî malbatên wan hatine kirin. Çarenûsa 2 hezar 526 Êzîdiyan hêj nayê zanîn. Tê diyarkirin ku dibe ku di herêmê de gorên din jî hebin ku hêj nehatine dîtin an jî nehatine vekirin.   Ji bo Êzidiyên ku piştî komkujiyê hewl didin vegerin Şengalê, eşkerekirina çarenûsa windayan, derxistina cenazeyan ji gorên komî û ji nû ve avakirina cihên jiyanê, hîn jî gavên girîng in ji bo temamkirina azadkirina wan. Ji bo civaka Êzidî, 13’yê Mijdarê ne tenê dîroka rizgarkirina bajêr ji destê DAIŞ’ê ye, her wiha wekî sembola berxwedana ku piştî fermanê derket holê û her wiha wekî sembola bîranîn û têkoşîna ji bo edaletê tê bibîranîn.   Jinên ku li Şengalê têkoşîna jiyana xwe dimeşînin, di salvegera rizgarkirina Şengalê ya 12’yemîn de daxwaza windahiyên xwe kirin.   ‘11 sal ne hindik e, emrek e’   Berdevka Têkiliyên Derve ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Riham Hico, di destpêka axaftina xwe de salvegera rizgarkirina Şengalê li hemû kesên jiyana xwe ji dest dane, kesên dîlgirtî û gelên Şengalê pîroz kir û got ku rizgarkirina Şengalê ji bo wan ne bi tenê wek rojekê ji rêzê ye. Riham Hico, da zanîn ku serkeftina civaka Êzîdî ya sedsalê li beramberê tarîtiyê bû  û wiha domand: “Ji bo vê yekê jî ji bo me gelê Êzîdî hêstekê cûda ye, lê cihê kêfxweşî û şanaziyê ye. 11 sal ne hindik e, emrek e. Di nava 11 salan de gelek gûhertinên mezin di Şengalê de pêk hatin. Guhertinek esasî ew bû ku di nava 11 salan de ji dostên xwe re jî, ji dijminên xwe re jî da îspatkirin ku êzîdîyên beriya 2014’an û piştî 2014’an ne heman êzîdî ne. Êzîdî hatin perwerdekirin, hatin rêxistinkirin. Êzîdî bû hêza xwedî parastinê. Êzîdî bûn hêza rêxistinê. Êzîdî bûn xwedî siyasetek taybet. Êdî xwedî armancên stratejîk ên dem dirêjin.”   Di 11 salan de jin   Riham Hico, da zanîn ku di aliyê jinan de jî di nav 11 salan de guhertinên gelek mezin û girîng pêk hatiye û wiha behs kir, “Cara ewil di dîroka civaka êzîdî de TAJÊ hat avakirin. Her wiha cara yekê êzîdî dibin xwedî hêzekê parastinê weke YBŞ, YJŞ û asayîşa Êzîdxanê. Di gelek aliyan de civaka êzîdî pêşketinên pir mezin û gavên pir dîrokî di nav 11 salan de avêtin. Her wiha di nava ev 11 salan de rojên bi êş jî hebûn. Gelen plansazî li ser civaka êzîdî hatin meşandin. Hêzên ku fermanê pêk anîn planên tunekirinê, ji holê rakirinê, belavkirina vîna gelên êzîdî meşandin. Lê belê hemû planên wan bi sekn û vîna civaka êzîdî ve vala hat derxistin. Şehîdên ku di nav 11 salan de hatin dayîn hebûn. Encama berxwedaniya gelê Şengalê da meşandin de gelek şehîd jî dan. Wek şehîd Mam Zekî, Dijwar, Seîd, Zerdeş, Pîr Çeko, Bêrîvan, Ala, Zozan, Medya Egîd, Şîlan û gelek şehîdên dinê. Li ser axa Şengalê gelek bedelên giranbiha hatin dayîn. Em bi wesîleya vê rojê hemû şehîdan bi bîr tînin. Bi ked û xwîna wan îro li ser Şengalê mûzakereyan dikin. Em bi saya wan dikarin li Şengalê bi awayek azad jiyana xwe bimeşînin.”   ‘Wek TAJÊ têkoşînek mezin dimeşînin’   Riham Hico diyar kir ku ew wek TAJÊ ji destpêkê heta roja îro gelek xebat meşandine û wiha pê de çû: “Me karê rêxistinî da meşandin. Çalakiya têkoşînê da meşandin. Me karê perwerdekirin û zanekirina jin da meşandin. Bi heman awayî me xebatên dîplomasiyê jî da meşandin. Hem di asta Iraqê û hem jî di asta navneteweyî de jî. Ji bo birînên civaka êzîdî herîkî ku em pê diêşîn jî mijara dîlgirtîyan e. Piştî ku kampa Holê hat valakirin êşa me mezintir bû. Ji ber ku em hertim bi hêviyekî dîlgirtiyekê ji Kampa Holê rizgar bikin hebû. Lê mixabin niha ew hêvî ji destên hemû kesan hat girtin. Wek TAJÊ me bi tena serê xwe têkoşînek mezin da meşandin û hîn jî dimeşînin.”   ‘Ji bo dîlgirtiyan DNA pêwîste’   Riham Hico bal kişand ser dîlgirtiyan û got ku mijara dîlgirtîyan bi tenê bi wan nayê çareserkirin û wiha axivî: “Bi malbatên wan re, bi Iraq û dewletên navneteweyî ve girêdayî ye. Hemû kes ji me dipirsin çend dîlgirtî di destên DAIŞ’ê de ne. Lê belê em nizanin. Çima em nizanin? Ji ber ku bi dehan gorên komî hene nehatine vekirin. Kesên ku em dibêjin dîlgirtîne windayîne dibe ku di gorên komî de bin an jî di destên DAIŞ’ê de bin. Çarenûsa wan nediyar e. Niha nêzî 3 hezar kes winda ne û çarenûsa wan nayê zanîn. Gorên komî hîn hejmarek pir mezin nehatine vekirin. Em bang dikin hêvî dikim ku herkes ji bo mijara dîlgirtiyan erkê xwe pêk bîne. Em daxwaz dikin ku komîteyek navneteweyî ji bo lêgerîna dîlgirtîyan bê avakirin. Ji ber ku ger komîteyek navneteweyî neyê avakirin lêgerîna li dîlgirtîyan zehmet e. Ji ber ku zarokek ku wê demê 4 salî bû niha 16 salî ye. Hem bi awayek fîzîkî ew zarok digûherin tu nikarî wan nas bikî û hem jî mêjî hatiye guhertin. Ew ê çawa bên tespîtkirin? Ew ê bi DNA’yê karibin bên tespîtkirin. Niha ne derfetên Iraqê û ne jî civaka êzîdî hene. Destên civaka êzîdî jî nigihîje cihan.”   ‘Pêwîstî bi DNA û navneteweyî yê heye’   Riham Hico da xuyakirin ku ji bo dîlgirtiyan ew hemleya “Ji bo edalet û azadiyê tu jî bibe dengê dîlgirtiyên fermanan” dane destpêkirin û wiha got: “Me di 17’ê Tirmehê de vê hemleyê da destpêkirin. Gelek malbatên dîlgirtiyan serlêdan kir. Gelek malbat bi me re ketin têkiliyê. Ji bo van hemûyan jî DNA pêwîste. Ev hemû jî bi navneteweyî re girêdayî ye. Daxwaza me ew e ku ji bo dîlgirtiyan xebatek navneteweyî bê meşandin heta ku bên rizgarkirin. Kesên ku di nav saziyên mirovan de cih digirin û ji bo hemû siyasetmedaran e ku ji bo rizgarkirina zarokên êzîdî bibin alîkar.”     'Dîlgirtî 12 sal in hertim di mijara me de ye’   Riham Hico di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser îmzekirina entegrasyonê ya di navbera Şengal û Iraqê de û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dibe ku hemû daxwazên me neyên pêkanîn. Entegrasyon bi Iraqê re tê kirin. Ji bo êsîran me gelek caran bangawazî li hikûmeta Iraqê kir ku ji bo bibe alîkar. Lê hinek tişt hene ku Iraqê jî derbas dike. Derfetên Iraqê jî têr nake. Iraq ji bo gorên komî vebike pêwîste ji derve alîkariyê bigire. Ji ber testên ku ew bikin tunene. Em zextê li Iraqê dikin ku ew jî zextê li dewletên navneteweyî bike ku ev gorên komî tespit bike û dîlgirtîyan rizgar bike. Kesên ku ji destên DAIŞ’ê rizgar bûn negihîştin mafên xwe û di aliyê derûniyê de tu tişt nehat kirin. Gelek kes dixwazin ew dîlgirtiyan bikin bin xizmeta xwe de. Ji ber vê yekê em têdikoşin. Em dixwazin em wan hişyar bikin û rêxistin bikin. Em bi rêxistinbûyîna xwe li hemberî êrîşan dibin bersiv. Em van daxwazên xwe tim tînin li ser ziman. Di nav 12 salan de hersal û her hevdîtinê de mijara dîlgirtîyan maseya me û Iraqê ye.”   ‘Jin jî hêzek in’   Meyan Hesen Xidir ku dema fermanê li gundê Tilezêrê bûye, dema êrîşan de ew jî wek hemû kesan berê xwe daye Çiyayê Şengalê û 11 rojan li wir maye. Meyan Hesen Xidir da xuyakirin ku ew bi malbata xwe ve çûye û wiha bi lêv kir: “Dema ku em rêde diçûn zarokekê ji ber av tunebû hindik mabû jiyana xwe ji dest bide. Me av da ew zarokê û bi xwe ve hat. 3 zarokên min wê demê li Hewlêrê dixebitîn. Piştre ez çûm Zaxoyê. Em salekê li wir man û carekedin vegeriyan gundê xwe. Em dema. Vegeriyan jî gelek tirsiyan. Lê me got em bimirin jî li ser axa xwe jiyana xwe ji dest bidin. Baweriya me bi hevalan heye. Piştî fermanê hemû jinên êzîdî dest bi xweparastinê kirin. Berê digotin şerme bila keç û jin çek negirin û malên xwe de bin. Lê îro parastina vê gelê ew dikin. Jin jî hêzek in.”   Çiyayê Şengal xilasbûna wan e   Meyan Hesen Xidir destnîşan kir ku ew civaka êzîdî gelek ferman jiyane û wiha dawî li jiyana xwe anî: “Di fermanekê de hikûmeta Iraqê ji bo gelên êzîdî gotin divê hemû bên leşkeriyê. Wê demê teyare hatin û em hemû revîn çûn ketin Çiyayê Şengalê. Ew kesên ku dixwastin gelê Êzîdî biçe leşkeriyê ew kes di teyarê de şewitîn. Piştre gotin efû derketiye û bila êzîdî werin gundê xwe û em jî vegeriyan gundê xwe berê Saddam. Di fermanek din de jî dîsa hikûmet ket nav gel û gelê êzîdî carekedin banzdan çiya. Hikûmet ket nav gel û xwestin me hemûyan bikûjin. Ji ber vê yekê carekedin banzdan çiyê. Li ber çavên mirovan êzîdî dihatin kuştin. Di vê fermanê de jî em neçarbûn birevin çiya. Gelek gelê Êzîdî hatin kuştin û hatin revandin. Heval hatin me xilas kirin. Ger ku ew nehata tu gelek êzîdî dê sax nemana. Em naxwazin ku êdî tu fermanek din bê serê me.”