Xwendekar û mamoste dê li Fransayê careke din dakevin qadan 2026-11-10 12:41:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Fransayê protestoyên xwendekarên lîse û zanîngehê didomin. Sendîkayên perwerdehî û rêxistinên xwendekaran ragihandin ku îro dê cardin dakevin qadan û her wiha ji bo 17ê Mijdarê banga xwepêşandan û greveke nû kirin.   Li Fransayê protestoyên xwendekarên lîse û zanîngehê yên li dijî reformên perwerdehiyê bênavber, didomin. Tê payîn ku îro ango roja sêşemê, li piraniya bajarên mezin ên Fransayê çalakî bên lidarxistin.   Li Parîsê xwepêşandan dê di saet 14.00an de li Pantheon dest pê bike û heta Place d’Italie bidome.   Beriya niha cihê xwepêşandanê wekî Bastille hatibû diyarkirin, lê piştre xwepêşandan hate qedexekirin. Interfac Île-de-France ku xwe weke desteya giştî ya fakulteyên zanîngehên li Île-de-France pênase dike, biryar da ku bi rêxistinên din ên xwendekaran re tevbigere.   Ev çalakî li Fransayê wekî parçeyekî seferberiya berfireh jî tên nirxandin.   Greva mezin di 17ê Mijdarê de ye   Sendîkayan bi daxuyaniya xwe ya roja duşemê, ji bo 17ê Mijdarê banga grevê kirin û daxwaz kirin ku mûçeyên wan bên zêdekirin.   Sendîkaya Konfederasyona Kar a Giştî (CGT) jî bang li xebatkar, kedkar û ciwanan kir ku li seranserî welêt tev li seferberiyê bibin.