Konferansa Wêje û Aştiyê: Divê mafê ji bo zimanê dayikê bê dayin 2026-11-10 11:16:29   AMED - PENa Kurd encamnameya Konferansa xwe ya 6 û 7'ê Mijdarê a bi sernavê “Wêje û Aştî – Di Pêvajoyên Lihevrûniştin, Lihevkirin, Aştî û Wekheviyê De Rola Wêje, Ziman û Rewşenbîriyê” li Amedê li dar xistiye, eşkere kir.   PENa Kurd di 6-7'ê Mijdarê li Amedê konferansek li dar xist. Konferansa du rojan dom kiriye li Eywana Civînê ya Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi sernavê Wêje û Aştî – Di Pêvajoyên Lihevrûniştin, Lihevkirin, Aştî û Wekheviyê De Rola Wêje, Ziman û Rewşenbîriyê hat lidarxistin. Gelek rewşenbîr, nivîskar, helbestvan û siyasetmedar tev li konferansê bûn.   Encamnameya Konferansa PENa Kurd wiha ye:   “Di 06 û 07ê Mijdara 2026an de Konferansa Navneteweyî ya “Wêje û Aştî – Di Pêvajoyên Lihevrûniştin, Lihevkirin, Aştî Û Wekheviyê De Rola Wêje, Ziman û Rewşenbîriyê” li Amedê – li navenda çandî ya erdnîgariyeke kevnar û xwedî berxwedaneke dîrokî – hat lidarxistin. Ev konferansa li ser asta bilind ji aliyê Navenda PENa Kurd ve hat birêxistin û bi amadebûna fermî ya desteyeke payebilind a PENa Navneteweyî (PEN International) – bi serokatiya Serokê Giştî Burhan Sonmez, ligel cîgirên serokatiyê yên navneteweyî, serokên komîteyên dayimî, nivîskarên navdar, akademîsyen û pêşengên civaka sivîl – hat lidarxistin.   Beşdarên Konferansê bi awayekî fermî û bi yekdengî radigihînin, ku aştiyeke rasteqîn, rewa û mayînde tu carî tenê bi bêçekkirinê, bêparhiştina sistêmatîk ji mafên bingehîn, an jî bi bêdengkirina bi darê zorê nikare bê avakirin. Lihevhatineke bingehîn û aştiyeke rasteqîn tenê bi rêya diyalogeke ji dil û berdewam, danpêdan, hevpejirandin, rûmetgirtin û wekheviyeke seranser a bêbend û merc pêk tê.   Biryar û Hîmên Sereke:   1. Pêşxistin û Mayîndekirina Aştiyê:   Banga ji bo aştiyê û avêtina gavan di vê rêyê de, gaveke pir erênî û pêwîst e. Lê belê ji bo ku aştî li ser bingehên xurt û mayînde were avakirin, divê mafên çandî û zimanî werin pejirandin û hawîreke azadîxwaz were geşkirin. Divê aştî ne tenê bi wê yekê be, ku va ye çek hatine danîn. Bêhtir ji wê divê aştî di heman demê de wekheviya civakî û naskirina mafên siyasî, civakî, aborî, çandî û mirovî yên her kesî hembêz bike.   2. Hevsengiya Destûrî ya li ser Asta Çavan li hemberî Bişaftinê (Asîmîlasyonê):   Pêkvejiyana di bin banê heman dewlet û heman destûrê de divê li ser bingeha maf û derfetên wekhev û diyalogeke azad be. Ji ber vê yekê, Konferans banga van daxwazan dike:   * Danpêdana destûrî û dabînkirina derfetên pêşxistina nasname, ziman û çanda gelê Kurd.   * Avakirin û pejirandina garantiyên hiqûqî, yên ku perwerdeya bi zimanê dayikê û bikaranîna fermî ya zimanê Kurdî misoger dikin.   3. Wekheviya Rûmeta Hemwelatîbûnê:   Jiyana di nav civakeke wekhev û hemanhengî de tê wê wateyê, ku tu kes neçar nemîne, dev ji mafên xwe yên çandî yan ji nasnameya xwe berde û tu kes bi darê zorê di nav nasnameyeke din de neyê bişaftin (asîmîlekirin). Ji bo aştiyeke mayînde û rewa, mercekî giring e, ku bihevbawerkirina her du aliyan û wekheviya erk û mafan di nava civakeke xwedî serweriya dadmendî de bi xurtî di Destûra Bingehîn de werin bicîkirin û pêkanîna wan were garantîkirin.   4. Azadiya Derbirînê û Rêzgirtina li Kursiyê Vala:   Kursiyê Vala, yê ku li pêş di vê salonê de hatiye danîn, bîranîneke bi êş a li hemberî êrîşên berdewam ên li dijî azadiya raman û azadiya mirovan e.   PENa Navneteweyî û Navenda PENa Kurd bi tundî daxwaza azadkirina bilez û bêşert û bend a hemû nivîskar, rojnamevan û girtiyên siyasî dikin. Heta ku ramanwerên rexnegir û nivîskar li pişt deriyên hesinî bin, tu destpêşxeriya aştiyê nikare baweriyeke exlaqî an demokratîk bi dest bixe.   5. Peyama Exlaqî ya Wêjeyê:   Li wî cihî ku siyaseta şaş bi hesabên taktîkî û dînamîkên desthilatdariyê re bêkêr dibe, wêje rasterast xwe berdide nava dil û ûjdanê mirovahiyê. Ew dibe dengê wan kesên ku bêdeng in, an dengê wan hatiye birîn.   Wek nivîskar û nûnerên PENê, em bi xurtî bawer dikin, wêje û çand beşên bingehîn ên avakirina aştiyê ne. Em soz didin, ku em ê pênûsên xwe tu carî nexin xizmeta bihevçun, kîn û şovenîzmê lê belê em ê wan bi awayekî biryardar ji bo rastiyê, dadmendiyê û hevpejirandina gerdûnî ya mirovahiyê bi kar bînin.   Banga Dawî   Konferans – bi piştgiriya bihêz a hevgirtina giştî ya PENa Navneteweyî – bang li rayedarên û serkirdeyên siyasî yên dewleta Tirk dike, ku berê xwe bidine diyalogeke rêkûpêk, piralî û ji dil, ya ku li ser bingeha wekheviyê û serweriya destûrî hatiye avakirin. Her wiha, em bang li hemû çalakvanên civaka sivîl dikin, ku bi wêrekî û nêrîneke kûr û dûrbîn beşdarî hemû hewldanên pêkanîna aştiyeke rasteqîn, destûrî û mayînde bibin."