HDK’ê deklarasyona 25’ê Mijdarê eşkere kir 2026-11-09 19:20:16   STENBOL - Di daxuyaniya ku ji aliyê Meclîsa Jinan a HDK’ê ve li Meydana Azadiyê ji bo 25’ê Mijdarê hat dayîn de, bang li jinan hat kirin ku li dijî tundiya mêr-dewlet, polîtîkaya heyî ya bêcezakirinê û îstîsmarê rabin; her wiha jinan bal kişandin ser pêwîstiya berfirehkirina qada xweseparastinê.   Meclîsa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), bi munasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, li Meydana Azadiyê ya li Bakirkoyê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de pankarta ku dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" li ser bû, hat hilgirtin.   Di daxuyaniyê de Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş, Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Çep a Kesk û Partiya Ji Nû Ve Avakirina Sosyalîst (SYKP) û gelek kesên din amade bûn.   Daxuyanî ji aliyê Hevberdevka HDK’ê ya Stenbolê Didem Yilmaz ve hat xwendin.   ‘Tundûtûjî ne bûyereke sîstematîk e’   Didem Yilmaz bal kişand ser wê yekê ku tundûtûjiya li dijî jinan û mirinên gumanbar ên jinan, ne bûyerên munferît in, sistematik e û got: “Em dizanin ku mehkûmkirina jinan a ji bo xizaniyê û îstîsmarkirina wan, berhemên sîstema kapîtalîst in. Em dizanin ku êrîşên li ser mafên jinan ên ku bi zehmetî hatine bidestxistin û ew rastiya ku kiryarên tundûtûjiyê bi bêcezakirinê tên xelatkirin, beşek in ji helwesta ‘dewleta baviksalar’ a li dijî jinan e. Ya ku wê vê pergalê hilweşîne, têkoşîna rêxistinkirî ya jinan e.”   ‘Yekîtiya me, awayê herî mezin ê parastina me ya xweser e’   Didem Yilmaz diyar kir ku li hemberî dorpêça ku jin pê re rûbirû ne, awayê herî mezin ê parastina xweser yekîtî û piştevaniya jinan e û wiha dewam kir: “Em ew jin in ku li dijî kuştina jinan têkoşîna ji bo edaletê xurt dikin. Em ew jin in ku li cihên kar bi hev re xwedî li keda xwe derdikevin, di berxwedana li dijî tacîz, tundî û îstîsmarê de hêzê didin hev û di nava sendîkayan de mil bi mil dimeşin da ku li dijî serdestiya mêr bisekinin. Em ew jin in ku ji bo parastina qadên xwe yên jiyanê qadên ku tên şewitandin, wêrankirin û ji bo sermaye û talanê tên vekirin di rêza pêşîn a berxwedanê de cih digirin. Em jinên di sektora çapemeniyê de ne ku kolanan tijî dikin, xwedî li keda xwe, pîşeya xwe û berpirsiyariya xwe  derdikevin. Em jin in ku ji bo jiyaneke demokratîk, ekolojîk û azadîxwaza jinan têdikoşin; em li dijî serdestiya mêr, cudakarî, îstîsmar û newekheviyê radiwestin. Em jin in ku li dijî şer têkoşîna ji bo aştiyê berfireh dikin û bi awayekî çalak wê aştiyê ava dikin.” ‘Jin ji aliyê kesên herî nêzîkî wan ve tên kuştin’   Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş, piştî daxuyaniyê axivî û bal kişand ser wê yekê ku bi nêzîkbûna 25’ê Mijdarê re, divê têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan bibe qada sereke ya çalakiyan.    Ji jinan banga têkoşîna kolektif   Dilara Çelik, ku li ser navê "Azadiya Jinan" axivî, behsa bandora polîtîkayên "Sala Malbatê" û "Dehsaliya Malbatê" li ser jinan kir û bang li hemû jinan kir ku di 25’ê Mijdarê de li qadên giştî kom bibin.   Oya Uçar, ku li ser navê Partiya Çep a Kesk axivî, bal kişand ser girîngiya dîrokî ya 25’ê Mijdarê û destnîşan kir ku sîstema dadweriyê di parastina mafê jiyana jinan de têk çûye. Oya Uçar bang li jinan kir ku ji bo parastina mafê jiyanê yê hemû zindiyan, di her qadê de têkoşînê bimeşînin.  Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.