Li Bedlîsê starta çalakiyên 25'ê Mijdarê hat dayîn 2026-11-09 15:29:54   BEDLÎS - TJA'yê li Bedlîsê starta çalakiyên 25'ê Mijdarê da û da zanîn ku ew îsal jî 25'ê Mijdarê bi gotina "Jin Jiyan Azadî" û bi berxwedana xwe ya bi heybet pêşwazî dikin.   Tevgera Jinên Azad (TJA) li Bedlîsê starta çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî da. Jinan li ber derê navçeya navendî ya Bedlîsê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de jinan banga tevlîbûna çalakiyan li hemû jinan Bedlîsê kirin ku li dijî tundiyê dengê xwe bilind bikin û vîna xwe ya azad nîşan bidin. Di daxuyaniyê de pankartên “Bi hêza cewherî û bi vîna azad, niha dema jinê ye” hat vekirin. Tevî aktivîstên TJA'yê, nûner û endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî jî tev li daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê ji aliyê aktivîsta TJA yê Nûrdan Îlbasan ve hate xwendin.    Nûrdan Îlbasan da zanîn ku pêwendiya wekhev, adil û lihevhatî ya di navbera jin û mer de ku bi hezaran salan domiya, li gorî berjewendiya mer û li dijî berjewendiya jinê hat serobinkirin. Nûrdan Îlbasan anî ziman ku pergala mêrperest ji bo jinan kuştin û girtinê dixwazin û wiha got: “Lê em wekî jin îsal jî 25ê Mijdarê bi gotina ‘Jin Jiyan Azadî’ û bi berxwedana xwe ya bi heybet pêşwazî dikin. Em ê bi têkoşîna xwe ya azadiyê ku sedema hebûna me ye, ji her roja salê bi hêrstir û bi biryardariyeke mezintir li qadan bin.”   Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.