ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2026'AN 2026-11-09 09:00:00     *Hêlîn Batar ku piştî rapora Navenda Bîrê ya daxwaz û pêşniyarên çareseriyê yên ji bo aştiyê dihewand da zanîn ku ji bo jin û ciwan di mekanîzmayên biryarê de cih bigirin divê azadiya fikr û raman û rêxistinbûnê bikeve bin ewlehiyê. DÎMEN HEYE    *Komîsyonên Ji bo Rojîn Kabaîş Edalet, ji bo ku mirina bi guman a Rojîn Kabaîş ronî bibe di meha Adarê de kampanyaya îmzeyan da destpêkirinû 70 hezar û 501 îmzeyên kom kirin teslîmê Wezareta Dadê kirin. Endama komîsyonê Elçîn Kurdoglu got ew dixwazin telefona Rojînê bê vekirin, mînakên DNA’yê aydê kê ne bên aşkerakirin, yên îhmalkariya wan hene bên darizandin. Her wiha got heta edalet pêk neyê wê têkoşîna wan bidome. DÎMEN HEYE    *Femînîsta oldar Hidayet Şefkatlî Tuskal da zanîn ku zimanên dijminwarî yê desthilatdariyê qada têkoşîna hevpar a jinan ji hev dike û got: “Ji bo ev ji holê bê rakirin divê hewldan bê nîşandan.” DÎMEN HEYE    *Xwişka Jiyan Çiya ya di 2019’an de jiyana xwe ji dest da, Hurriyet Kaytar têkoşîna xwişka xwe ya 27 salan vegot û diyar kir ku xwişka wê bandorek mezin hiştiye û got: “Tehemula wê ji şaşiyê re tunebû. Dilê wê bi hezkirina mirovahiyê tije bû.” DÎMEN HEYE    * Li Amedê dê bi dirûşma “Bi hêza cewherî û bi vîna azad, niha dema jinê ye” 25'ê Mijdarê bê pêşwazîkirin. Jinên ku ji ajansa me re axivîn diyar kirin ku dê ji bo azadî û jiyaneke wekhev dakevin qadan û têbikoşin. BI DÎMEN