Sîma Bîna ya muzîka gelerî ya Îranê dide jiyîn hat xelatkirin 2026-11-08 19:51:17   NAVENDA NÛÇEYAN- Zanîngeha Stanfordê 16’emîn Xelata Hunerên Îranî ya Bita da Sîma Bîna, hunermendeke ku muzîka gelêrî ya Îranî lêkolîn dike, berhev dike û digihîne nifşên pêşerojê.   Zanîngeha Stanford a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê 16’emîn Xelata Hunerên Îranî ya Bita da Sima Bina, stranbêj, bestekar û lêkolînera muzîka gelêrî ya Îranî. Merasîma xelatdayînê duh li Zanîngeha Stanfordê hate lidarxistin.   Komîteya xelatê bal kişand ser zêdetirî şêst salan xebata hunerî ya Sîma Bîna û her weha hewlên wê yên di berhevkirin, tomarkirin û parastina muzîka gelêrî ya ji herêmên cuda yên Îranê de. Di daxuyaniya fermî ya zanîngehê de hat destnîşankirin ku hunermend li ser çanda muzîkê ya herêmên cuda yên Îranê, di nav de melodiyên Kurdî û Belûcî, lêkolîn dike û dixebite ku vê mîratê ji nifşên pêşerojê re veguhezîne.   Zanîngeha Stanfordê her wiha bal kişand ser xebatên perwerdeyî yên Sîma Bîna di warê muzîka jinan de. Hat destnîşankirin ku ev xebat di demekê de hatiye kirin ku li Îranê sînorkirinên cidî li ser çalakiyên jinan di warê muzîkê de hebûn.   Xelata Bita ku di sala 2008’an de hatiye damezrandin, ji hunermend û kesayetên çandî re tê dayîn ku di warên huner û çandê yên bi Îranê ve girêdayî de serkeftinên girîng bi dest xistine.   Xelatgirên berê Sîmîn Behbehanî, Mihemed Reza Şaceriyan, Behram Beyzayî, Keyhan Kelhor, Şehram Nazirî û Parissa wergirtine.