Çîgdem Kiliçgun Uçar: Gelê me dîroka xwe dinivîse 2026-11-07 15:33:36   MELETÎ - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar çarçoveya hevdîtinên gel de bi malbatên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane re hat cem hev û diyar kir ku rûpeleke nû vedibe û wiha got: “Gelê me dîroka xwe dinivîse û divê bi têkoşîna xwe azadiya xwe bi dest bixe.”   DBP'ê di çarçoveya hevdîtinên gel de li Meletiyê bi malbatên ku xizmên xwe di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bernameya xwarinê li dar xist. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û gelek malbat tev li bernameyê bûn.   Beriya axaftina Çîgdem Kiliçgun Uçar, ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hate girtin. Di bernameyê de bênavber dirûşma “Şehîd namirin” hat berzkirin.   Çîgdem Kiliçgun Uçar di destpêka axaftina xwe de kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr anî û wiha got: “Gelê Kurd êdî dixwaze serdemekê bigire. Dawî li wê serdemê bîne ku tê de hesreta zarokên xwe kişand, êşên xwe bi awayê herî kûr jiyakirin û neçar ma zarokên xwe winda bike. Ne xwîn, çavkaniya hêsirên çavan, înkar, asîmîlasyon û tundî; dixwaze jiyaneke wekhev û azad a ku Kurdên hêmanên bingehîn ên vî welatî lê bijîn, ava bike. Li vî welatî tu gelî ji me zêdetir xwedî li demokrasiyê û aştiyê derneket. Bi hezaran zarokên Kurdistanê ku dibe me navê wan jî nizanibe, bi saya wan em li cem hev in, bi saya wan em gavên xwe bi hêz diavêje. Ji ber vê yekê em herî zêde spasiya malbatên xwe dikin ku xwedî li wekî van zarokan derketine û mezin kirine.”   Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku gelê Kurd li herêma Kurdistanê tevî hemû polîtîkayên tunekirin û qirkirinê hebûna xwe xweparastiye û axaftina xwe wiha bidawî kir: “Îro em li ser zemînekî ne ku em ê nîqaş bikin ka em ê wê mîrasê û wê têkoşinê çawa bidin meşandin. Îro tu siyasetmedar nikare bibêje ‘Kurd êdî tune ne’. Li Rojava bi DAIŞê re, li Tirkiyeyê bi polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê re, li Rojhilat bi komara îdamê re rû bi rû man lê ji binê hemûyan bi serfirazî derketin, bi xwedîderketina li dîroka têkoşînê û wekî gelê ku tu kes nikare înkar bike, li çar parçeyên Kurdistanê em bûn hêz û îradeya herî xurt a ku ala demokrasiyê bilind dike. Em rûpeleke nû vedikin; gelê me dîroka xwe dinivîse û divê bi têkoşîna xwe azadiya xwe bi dest bixe.”   Bername bi xwarinê bi dawî bû.